Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn

Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Orhan Şêxo (Gelhat Efrîn) û got, "Ew dev ji rêya şehîdan bernadin û li ser şopa wan in." ‎

Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn
Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn
Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn
Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn
Şêniyên Şêxmeqsûd sersaxî da malabata şehîd Gelhat Efrîn
28 mijdar, 2022   14:07
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Gelhat Efrîn veda.‎

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG′ê beşdarî konê sersaxiyê yê şehîd Gelhat Efrîn bûn. Konê sersaxiyê li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate vegirtin. Şehîd Gelhat Efrîn di 23′yê Mijdarê de li Til Temirê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.  

‎

Di bin kon de berdevka Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriye Fatme Îbo sersaxî ji ‎malbata şehîd re xwest û got:" Dema ku em dibêjin şehîd namirin, ev tê wateya ku hin cih wî/ê digirin û berxwedanê dewam dikin."

Fatme Îbo wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a faşist ji van êrişên li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye, ew e ku vîna gelê kurd bişikîne, lê belê bila cîhan tevahî zanibe ku ‎ew li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne û tu kes nekare vîna wan ‎bişikîne. ‎"

′SERKEFTİN PARA ME YE′

Endama rêveber a Insîyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî, Amîne Xidro piştrast kir ku ‎Erdogan û dewletên dagirker ku hevkariya wî dikin û wiha anî ziman: "Ew şerekî hovane li dijî Bakur û Rojhilatê ‎Sûriye û projeya wê ya demokratîk ku rêber Abdullah Ocalan dest pê kir pêk tînin. Wê projeyê şehîd û jinên li Kobanê bi rê ve bir û tundtirîn terora li cîhanê bi navê DAIŞ′ê têk bir. Tenê jina ocalanîzmî teror têk bir û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir. Dê serketina para me be."

′EM Ê XWEDÎ Lİ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE DERKEVİN′

Endama  Nivîsgeha Têkiliyên Kongra Star Nêrgiz Bekir destnîşan kir ku ew ê rêya şehîdan ‎bişopînin û xwedî li têkoşîn û berxwedana xwe, şehîd û rêber Abdullah Ocalan derkevin.‎

Merasîm bi berzkirina siloganên " Şehîd jîn in, namirin" bi dawî bû.‎

(dm)

ANHA