Artêşa dagirker du gundên Şehba û Şêrawa topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker şevê din gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Artêşa dagirker du gundên Şehba û Şêrawa topbaran kirin
28 mijdar, 2022   06:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker şevê din saet derdora 01:00`ê her du gundên navborî bi çekên giran topbaran kirin.

Şevê din li asîmanê herêmê tevgera balafirên şer hebû.

(cx)

ANHA