​​​​​​​Nebîl Werdê: Em ê heta nefesa dawîn li dijî êrişan li ber xwe bidin

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werdê têkildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got "Em ê heta nefesa xwe ya dawîn li dijî hemû êrişên ku herêmê dikin hedef, li ber xwe bidin."

​​​​​​​Nebîl Werdê: Em ê heta nefesa dawîn li dijî êrişan li ber xwe bidin
28 mijdar, 2022   06:09
HESEKÊ – ARAM EHMED

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werdê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji şeva 19-20'ê Mijdarê ve zêdetir bûne, ji ANHAʹyê re axivî.

Nebîl Werdê diyar kir ku di saetên dereng ên şeva 19'ê Mijdarê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek dest bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû herêmên li eniyên şer kir. Werdê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker van êrişan ji bo koçberkirina şêniyên herêmê û pêkanîna komkujiyan dike.

Werdê îşaret pê kir ku dagirker çavkaniyên enerjiyê, navendên jiyanî û giştî dike hedef, her wiha aboriya herêmê jî ji bo birçîkirina gelê wê dike hedef.

Werdê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk a dagirker navenda hevpar ên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li bajarê Hesekê kir hedef. Ev êriş dubare bûn û baregeha Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê jî kir hedef. Lê ya balkêş ew e ku hêzên Rûsyayê berî armanckirinê ji baregeha xwe vekişiyan û piştî wê jî vegeriyan. Di çarçoveya êrişan de, hêzên hikumeta Şamê rasterast hatin hedefkirin."

23'yê Mijdarê, beriya ku artêşa Tirk a dagirker baregeha hevbeş a hêzên Rûsyayê û QSDʹê ya li Til Temrê bike hedef, hêzên Rûsyayê baregeh vala kiribû û piştî bombebaranê careke din vegeriyabûn. Di encama bombebaranê de 2 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê Nebîl Werdê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyên wê vala bike, wan koçber bike û dagirkeriya xwe berfireh bike da ku demografiya herêmê biguherîne. Her wiha got ev êriş berdewama komkujiyên sala 1915'an e ku ji aliyê Osmaniyan ve hatin kirin.

Werdê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê kir ku ji bo şikandina êrişan bibin yek û wiha pê de çû: "Divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destê xwe bidin hev da ku li dijî zehmetî û êrişên ku bandorê li herêmên me dikin, bisekinin. Her wiha divê nehêlin dagirker bigihêjin armancên xwe yên dagirkeriyê û hemû êrişên ku cudahiyê naxe navbera pêkhateyan, têk bibin."

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê Nebîl Werdê di dawiyê de got ew ê heta nefesa dawîn li dijî hemû êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin. Werdê bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe li hember gelên ku ji bo parastina cîhanê ji metirsiya DAIŞ'ê fedakarî kirine, bi cih bînin.

(hs)

ANHA