Bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên li ser herêma Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawî de li kantona Şehba, gundên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê 20 dever topbaran kirin.

Bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên li ser herêma Efrînê
27 mijdar, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên li ser kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê wiha ye:

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet di derdorê 01:00ʹê de balafirgeha Minix, gundên Meranaz û Şewarxa yên navçeya Şerayê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê  hatine girtin, dewleta artêşa Tirk gundên Şewarxa, Tineb, Tarmeraş, Malikiyê, Meranaz û Elqemiyê yên navçeya Şêrayê topbaran kirin.

Li navçeya Şêrawayê jî gundên Meyase, Soxanekê, Herşa Soxanekê, Bênê, Aqîbê û rêya di navbera gundên Aqîbe, Qintêra û Bênê de hatin topbarankirin.

Li kantona Şehbayê jî artêşa dagirker gundên Til Enab, Semûqa, Til Medîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, balafirgeha Minx, Til Acar û Til Rifetê dan ber topan.

Li gorî agahiyan ev dever bi 317 guleyên hawan, obîs û tankan hatin hedefkirin.

(bb)

ANHA