DYA û Rûsyayê li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

DYA′yê bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku yekser êrişên asîmanî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û got ew gefan li şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê dixwe. Moskovê jî da zanîn ku dê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê rageşiya li Rojhilata Navîn zêde bike.

DYA û Rûsyayê li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da
24 mijdar, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pantagon) duh hişyarî da û got êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Sûriyê gefan li ewlehiya leşkerên DYA’yê û şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê dixwin.

Berdevkê Pantagonê Pat Ryder bi daxuyaniyekê got: "Êrişên hewayî yên li ser Sûriyê bi awayekî yekser gefê li ewlehiya ferdên Amerîkayê yên li Sûriyê bi şirîkên herêmî yên ji bo têkçûna DAIŞ′ê û peydakirina cihên girtina bi 10 hezaran girtiyên DAIŞ′ê dixwin."

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê îro bi daxuyaniyekê got: "Êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser bakurê Sûriyê gefan li armanca her du welatan a hevbeş a şerê li dijî rêxistina DAIŞ′ê dixwin."

Wezaretê hişyarî li ser van kiryaran da ku jiyana amerîkiyan dixe xetereyê, îstîqrara li herêmê tevlihev dike û bang kir ku yekser vê rageşiyê rawestîne.

MOSKOV: ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DÊ RAGEŞIYA LI ROJHILATA NAVÎN ZÊDE BIKIN

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Alexander Lavrentiev jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê dê rageşiya li tevahî herêma Rojhilata Navîn zêde bike û destnîşan kir ku ev êriş hemwextî civînên Astanayê pêk hatin û bandor li rêveçûna dan û standinan kir.

Alexander Lavrentiev got hemwextî civîna li Astanayê dewleta Tirk êrişên asîmanî li ser Sûriyê û Iraqê pêk anîn û vê yekê bandoreke mezin li rêveçûna dan û standinan kir û wiha domand: "Me têkildarî rewşa Sûriyê bal kişand ser vê mijarê û em ê dan û standinên cuda bi aliyê Tirkiyê re pêk bînin da ku êrişên xwe li ser xaka Sûriyê fireh neke. Ji ber ku em dibînin ku dê ne tenê rageşiyeke mezin li ser Sûriyê çêbe, dê li ser tevahî Rojhilata Navîn çêbe û ev nabe pêk were. Em bang li dewleta Tirk dikin ku li helwesta me guhdar bike û dê vebijêrkên din bibîne û em ê alîkariyê di vê yekê de bikin."

SOSAN: HINCETÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊDÎ KESÎ NAXAPÎNIN

Serokê şandeya hikumeta Şamê Eymen Sosan jî di gera 19′an a civînên Astanayê de got: "Hincetên dewleta Tirk a dagirker ên rewakirina siyasetên xwe li Sûriyê êdî kesî naxapînin û ewlehiya sînor berpirsyariya hevbeş e."

Di civîneke çapemeniyê ya piştî bidawîbûna xebatên gera 19′an de, Sosan diyar kir ku kiryarên ku dewleta Tirk di serî de peydakirina destekê ji "komên terorîst" re, qutkirina avê ya bênavber li ser welatiyên Hesekê, sûcên şer û sûcên dermirovî ne û biryarên NY′yê binpê dike, divê civata navneteweyî van kiryaran şermezar bike.

Sosan di dawiyê de got: "Garantiya ewlehiyê ne bi êriş û dagirkeriyê ye, lê belê bi hevkariyê ye. Berpirsyariya ewlehiyê li gel dewletên cîran berpirsyariya hevbeş e, kî dixwaze ewlehiyê garantî bike rêbazên aştiyane hene. Lê yên hincetan ji bo pêkanîna ajande û planên xwe pêk tînin û em ji wan re dibêjin; dê bi vê yekê binkeftin û zêdebûna rageşiyê çêbe û li herêmê ev yek nakeve xizmeta kesekî."

(fr)