​​​​​​​Di êrişa li ser Tirbespiyê de 4 kerker birîndar bûn

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Tirbespiyê de 4 karker birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa li ser Tirbespiyê de 4 kerker birîndar bûn
23 mijdar, 2022   09:58
QAMIŞLO

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî ya başûrê Tirbespiyê li erebeya karkeran da. Di encamê de 4 karker birîndar bûn.

Navê karkerên birîndar bûne wiha ne, Ebdurehman El Ehmed (22), Îbrahîm El Mihemed (43), Ebdulmunim Xelîfe (28), Ziyad El Hebîb (35).

Birîndar rakirina Navenda Heyva Sor a Kurd a navçeyê.

(bb)

ANHA