QSD: Di êrişên artêşa Tirk de 7 welatî şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên duh ragihand û da zanîn ku di êrişan de artêşa Tirk 84 gund û bajarok kirine hedef û 7 welatî şehîd bûne. Her wiha 2 şervanên YAT’ê jî şehîd bûne.

QSD: Di êrişên artêşa Tirk de 7 welatî şehîd bûn
23 mijdar, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên ku li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di roja 19’ê Mijdarê de, di saetên şev de bi êrişen berfireh yên hewayî û topbarananê dijwartir kir. Di van êrişan de bi dehan balafirên şer û yên keşfê tên bikaranîn. Di van êrişan de cih û warên niştecihên sivîl û saziyên civakî û xizmetguzariyê wekî dibistan, nexweşxane, cihên aboriyê, cihên petrolê hwd dikin hedef. Di encamên van êrişan de li gelek cihan welatiyên sivîl û hêzên ewlekariyê şehîd ketin û birîndar bûn. Her wiha di gelek deveran de zirarên madî çêbûn.

Di 22’yê Mijdarê de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam kir. Di van êrişan de bi piranî cihên sivîl hatin hedefgirtin. Bajarê Til Temirê bi awayekî hovane hat hedefgirtin. Dîsa li gundê Mekmen ê herêma Dêrazorê, cihên welatiyên sivîl bi awayekî zanebûn hat hedefgirtin. Di van her du êrişan de 7 welatî şehîd ketin û welatiyek jî birîndar bû.

Bi van êrişên li hember cih û warên sivîlan, armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku tirsekê di nav gelê me de çêke û gelê me mecbûrî koçberiyê bike.

Her wiha li bakurê bajarê Hesekê, di hundirê baregeha Koalîsyona Navneteweyî de, Yekîneyên Antîterorê (YAT) ya ku ewlehiya baregehê digirt û tev li operasyonên li hember DAIŞ’ê dibû, ji aliyê balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker ve hat hedefkirin. Di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de, Yekineyên Antîterorê, her tim wekî hêzên pêşeng di operasyonan de cih girtiye û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê daye. Li hember vê êrişê bêdengmayîna Koalîsyona Navneteweyî nayê pejirandin.

Li bajarokê Tirbesipiyê 2 navendên belavkirina mazotê ji aliyê balafirên keşfê ve hatin hedefgirtin. Ev êrişên ku bi zirarên madî bi encam bûn, armanca dewleta Tirk a faşîst ev e ku di heremê de îstîqrarê xirab bike, di aliyê aborî de jî zirarê bide gelê heremê.

Bîlançoya êrişên Artêşa Tirk a dagirker ya roja 22’ê Mijdarê bi vî şeklî ye;

Li herêma Cizîrê;

Li gundê Uca ya girêdayî bajaroka Til Temirê 2 caran êrişên balafirên keşfê çêbûn. Di encama van her du êrişan de 2 karker şehîd ketin, karkerek jî birîndar bû. Li devereke din ku ji aliyê balafirên keşfê ve bû hedef, 3 şervanên me şehîd ketin.

Nîvro saet 12:00’an de li bakurê bajarê Hesekê, biryargeya Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê balafirên keşfê ve hat bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de 2 şervanên YAT’ê (Yekineyên Antîterorê) şehîd ketin. Her wiha 3 şervanên YAT’ê jî birîndar bûn.

Li gundê Ewda û nêzî gundê Leylan ya girêdayî bajaroka Tirbesipiyê, 2 navendên belavkirina mazotê ji aliyê balafirên keşfê ve hatin bombebarankirin. Di encama van êrişan de zirarên madî çêbûn.

Li gundê Gir Dohal ê bajaroka Tirbespiyê, balafirên keşfê malek sivîlan kir hedef. Di encama vê êrişê de zirarên madî çêbûn. Her wiha li bajarokê Tirbesipiyê nêzî noxteya Asayîşê jî ji aliyê balafirên keşfê ve hat hedefgirtin.

10 gundên bajarê Qamişlo û 8 gundên bajaroka Amûdê bi obus û hewanan hatin topbaran kirin.

Li herêma Dêrazorê;

Gundê Mekmen ku 70 km dûrî sînor e, despêkê ji aliyê balafirên keşfê ve piştre jî ji aliyê balafirên şer ve 5 caran hat bombebarankirin. Di encamê vê êrişê de 2 karker şehîd ketin û 3 karker jî birîndar bûn.

Li herêma Firatê;

Li hember bajarê Minbic û 8 gundên wê, êrişên topbaran hatin kirin. Her wiha li hember gundê Mihsinlî êrîşa balafirên keşfê çêbû. Li xeta Girê Sipî û Eyn Îsa 11 gund û rêka M4 a navdewletî bi obus û hewanan hatin topbarankirin. Li hember bajarê Kobanî, 2 navçeyên wê û 7 gundên wê bi obus û hewanan hatin topbarankirin. Her wiha li hember Kobanî û gundên wê 11 caran êrişên balafirên şer çêbûn.

Li herêma Efrînê, 29 gund bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Di van êrişan de bi giştî 84 gund û bajarok hatin hedefgirtin.

Di tevahî rojê de di xetên temasê de hêzên me li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker bersivên xurt dan. Gelek zaiyatên dijmin çêbûn.

Di encamê êrişên roja 22’yê Mijdarê de, 2 şervanên YAT’ê û 7 welatiyên sivîl şehîd ketin û 3 şervanên YAT’ê û welatiyekî sivîl jî birîndar bûn. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Her wiha ji bo birîndaran jî şifaya acîl dixwazin.

Nasnameyên şehîdên me wê di demek kurt de bi raya giştî re werin parvekirin. Em careke din dubare dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bersivên pêwîst bidin.”