Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Xalid Oso

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Xalid Zewba Oso re xwest. Şehîd Xalid di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser embarên genim ên gundê Dehr El Ereb ê Zirganê de şehîd bûbû.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Xalid Oso
22 mijdar, 2022   12:58
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên navçe û kantonê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Xalid Zewba Oso yê li taxa Miftî ya Hesekê.

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Waşûkanî Ayda Semo wiha axivî: "Tevî êrişên domdar ên ku dagirkeriya Tirk li dijî hêzên me yên Rojava û li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, lê ev yek îrade û berxwedana me kêm nake."

Ayda wiha lê zêde kir: "Em xwe dispêrin xwe û hêzên xwe, em xwe naspêrin Amerîka, Rûsya yan jî dewleteke din. Bi berxwedana xwe û bi piştgirî û sekna hevpar, em ê dagirkeriyê têk bibin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Hemîd Hisên jî wiha got: "Em serî ji dijmin re natewînin, em bê deng namînin û em nahêlin xwîna şehîdên me vala biçe."

Cenazeyê şehîd Xalid Zewba Oso yê ku nîvê şeva şemiya borî di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser embarên genim ên gundê Dehr El Ereb ê Zirganê de şehîd bûbû, duh li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawdiyê yê Hesekê hatibû veşartin.

(hs)

ANHA