Dagirker bombebarana li ser Tirbespiyê berfireh dikin

Balafirên dagirkeriya Tirk zêdetirî 3 caran cihekî petrolê yê li deriyê ketina navçeya Tirbespiyê yê li aliyê rojava bombebaran kir.

Dagirker bombebarana li ser Tirbespiyê berfireh dikin
22 mijdar, 2022   12:57
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ji navçeyê ragihandin ku cihê hatiye bombebarankirin li deriyê rojava yê ketina navçeyê û li rex gundê Gir Dahol e, ku beriya niha bi balafirên keşfê yên biçek hatibû bombebarankirin.

Nûçegihanên me destnîşan kirin ku li asîmanê navçeyê tevgereke zêde ya balafirên keşfê yê biçek heye.

(cx)

ANHA