Dagirkeriya Tirk dibistana gundê Koran ê Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker dibistana gundê Koran ê li rojhilatê bajarê Kobanê topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk dibistana gundê Koran ê Kobanê topbaran dike
22 mijdar, 2022   13:04
KOBANÊ

Nûçegihanên me ragihandin ku dibistana gundê Koran ê rojhilatê Kobanê beriya çend kêliyan hat tobparankirin.

Beriya niha jî nuqteyeke tenduristiyê ya li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê hatibû hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Siftek ê rojavayê Kobanê topbarankirin.

ANHA