Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin

Ciwanên Tebqa û Minbicê bi meşeke meşaleyan piştrast kirin ku ew piştgiriya QSD'ê dikin û amade ne ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
Ciwanên Tebqa û Minbicê: Em amade ne li rex QSD`ê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin
21 mijdar, 2022   18:10
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa meşek bi meşaleyan li dar xist û êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyên şermezar kirin. Ciwanan teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.

Şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, nivîsgeh û komîteyên jinan ên girêdayî wê, meclisên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî tev li çalakiyê bû.

Beşdaran alên jinên Ciwan, ciwanên şoreşger, meşale û pankarên; “Em dê piştgiriya hêzên xwe bikin”, “Lekeyeke şermê li eniya rejîma faşîst a Baas e”, hildan. Her wiha gelek slogan berz kirin û berxwedana gel, gerîla û QSD'ê silav kir.

Meş li çarxerêya Meyselon a taxa duyemîn rawestiya.

Li wir daxuyaniyek bi navê Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger hate dayin, daxuyanî ji aliyê rêveberê Meclisa Ciwanên Şoreşger Diyaa El dîn El Mihemed hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên topbarana dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin bibîranîn û îşaret bi sûcên dewleta Tirk li herêmê, hat kirin. Her wiha banga yekitî û hevgirtina li hember êrişên dagirkeriya Tirk hat kirin.

Di dauxyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê li hember wan êrişan bibin mertal. Te ev şer dest pê kir, lê dawiya wê, dê bi destê me be. Heke şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, em dê li Enqereyê bi ragihandina şerê gel ê şoreşgerî, bi dawî bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina silogana "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

MINBIC

Bi dehan ciwanên Minbicê û endamên rêxistinên ciwanan ên partiyên siyasî li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke bi meşalayan li dar xist û êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Xwepêşandana bi maşelayan li navenda bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîd Feysel Ebû Leyla ve bi rê ket. Li wir endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emîne Osman bi navê ciwanên bajêr aixvî û got: “Dewleta Tirk a dagirker stratejî û çîrokên nerast dihûne û amade dike.”

Emîne Osman wiha domand: “Duh dewleta Tirk senaryoya parastina ewlehiya neteweyî derxistibû pêş. Îro jî bi bihaneya teqîna Stenbolê şerê xwe yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ji dema rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê ve pêk tîne, didomîne.”

Emîne wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên borî de sûcên şer pêk anîn, binesazî û nexweşxaneya COVID-19 a Kobanê bi taybetî hedef girt. Her wiha ekîbên ajans û kanalên televîzyonê yên ku rastiyê radigihînin bûn armanca topên wê ku di encamê de Îsam Abdullah şehîd bû û gelek kes birîndar bûn, ev jî kiryarên dermirovî ne.”

Emîne Osman bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hember van êrişan şermezar kir û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bêhtir li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin da ku destkeftî û xaka herêmê biparêzin.

Xwepêşandan bi teqezkirina piştgiriya QSD’ê û girêdana bi xakê bi dawî bû.

(dm-mh)

ANHA