Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyan, cenazeyê şervanê QSDʹê Hesen Ebas Seido (Hesen Dirbêsiyê) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê hat veşartin
21 mijdar, 2022   17:21
HESEKÊ

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a roja 19ʹê Mijdarê ya li ser depoya genim a Dehir El Ereb ya navçeya Zirganê de şervanê QSDʹê Hesen Ebas Seido (Hesen Dirbêsiyê) şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, şervan û fermandarên QSDʹê cenazeyê şehîd Hesen Dirbêsiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê spart axê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Diirbêsiyê  Edle Misto sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd ji bo parastina gel û welat canê xwe feda dikin. Em jî soz didin ku em ê li ser şopa wan bin heta ku serkeftinê misoger bikin."

Piştre, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Umran Orkêş  axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku ev qonax ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qonaxa hebûn û tunebûnê ye û soza tolhildana şehîdan da.

Mamoste Siûd Meîş nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazyê şehîd di nav dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(mh)

ANHA