Ji Meclisa Leşkerî ya Girê Spî daxuyanî

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, got ew amade ne axa herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

Ji Meclisa Leşkerî ya Girê Spî daxuyanî
21 mijdar, 2022   14:16
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Umer hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da dezgehên çapemeniyê.

El Umer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ne nû ne. Her wiha anî ziman ku ew ji dema herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kirine ve, sivîlan û binesaziya herêmê dike hedef. El Umer destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe, şêniyên resen koçber bibin û malbatên çeteyên xwe li şûna wan bi cih bike ji bo ku projeya xwe ya mêtinger û guhertina demografiya herêmê pêk bîne.

El Umer wiha lê zêde kir: “Dagirkeriya Tirk hêrsa xwe bi serê sivîlan de diteqîne, ji ber ku bi axê ve girêdayî ne. Ev berxwedana gel nahêle dagirkeriya Tirk bigihêje armanca xwe.”

Wîsam El Umer di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî amade ne ku erkên li ser milê xwe bi cih bînin û rê li ber dagirkirina axa Sûriye bigirin.

(dm)

ANHA