Meclisa Girê Spî dê di dema pêş de mazotê li koçberan belav bike- HATE NÛKIRIN

Rêveberiya Sotemeniyê ya Meclisa Kantona Girê Spî dê di dema pêş de mezotê li koçberên Girê Spî belav bike. Rêxistinên navneteweyî yên li Kampa Koçberên Girê Spî jî êdî berpirsyariyên xwe li hember koçberan naynin cih.

Meclisa Girê Spî dê di dema pêş de mazotê li koçberan belav bike- HATE NÛKIRIN
16 mijdar, 2022   04:15
EYN ÎSA

Hevseroka Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Ezîze El Hesen li ser mijarê wiha got: "Rêxistinên mirovî bersivdayîna daxwaz û bangewaziyên me yên belavkirina pêdiviyên zivistanê dereng xist. Li ser wê yekê me bernameyek ji bo gelek malbatên li kampê amade kir û pêşkêşî Meclisa Kantona Girê Spî kir da ku mazotê li koçberan belav bikin."

/kr/uploads/files/2022/11/15/180648_-.webp

Rêveberiya Sotemeniyê ya Meclisa Kantona Girê Spî diyar kir ku ew amade ne di dema pêş de mazotê li koçberên kampê belav bikin.

Li Kampa Koçberên Girê Spî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir, 6 hezar û 450 koçber dijîn, ji wan zêdetirî 2 hezar zarok in.

Rêxistinên navneteweyî yên li kampê dixebitin jî alîkariyên ku berê li koçberan belav dikirin, sekinandine.

Rêxistinan di 22′yê Mijdara 2021′an de sobeyên bi gazê dixebitin, belav kirin, lê koçberan dît ku ew sobe ne ewle ne, bi taybet dema ku di konan de bên pêxistin. Ji lew re piştî ku şewat li hin konan derket, ew sobe nema bi kar anîn. Niha rêxistin tenê nivîn, mitêl û cilên zivistanê belav dikin.

/kr/uploads/files/2022/11/15/180708_-.webp

Ji koçberên li kampê Elî El Yehya axivî û diyar kir ku heta vê kêliyê tevî sermayê jî wan tu pêdiviyên zivistanê wernegirtine. El Yehya got: "Zarokên me di vê sermayê de nexweş dibin. Ji ber ku mitêl an jî sobe tune ne. Cihê kampê li çolistanê ye û di saetên şevê de pir sar e."

El Yehya got ku divê pêdiviyên zivistanê bi lez werin belavkirin, ji ber rewşên niha li gel sermayê pir dijwar e."

/kr/uploads/files/2022/11/15/180629_-.webp

Koçber Salih El Şewax jî wiha got: "Ez ji ber rewşên mirovî û aborî yên dijwar piştî koçberkirina wan bi darê zorê ji gundên wan ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, azaran dikişînin. Di encamê de jêdera qûta wan winda bû û nikarin pêdiviyên xwe yên zivistanê ji sobe, sotemenî, mitêl û hwd bikirin."

El Şewax wiha domand: "Rêxistin, bi hatina zivistan û sermayê re, rewşa me paşguh dkin û tenê em ji wan dibihîsin ku me lîsteyên pêdiviyên kampê rakirine û em li benda alîkariyê ne, li gel me pîvan hene em nikarin derbas bikin. Ev gotin û soz me ji sermayê naparêzin."

El Şewax bang li Rêveberiya Xweser kir ku bersivê bidin xwestekên wan û pêdiviyên zivistanê pêşkêş bikin, ji ber ku ew êdî ji sozên rêxistinên navneteweyî bêzar bûne.

(fr)

ANHA