Şêniyên herêma Cizîrê berê xwe didin Qamişlo

Di van kêliyan de pêkhateyan bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo berê xwe didin bajarê Qamişlo da ku beşdarî xwepêşandana navendî a li djiî êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk bibin.

Şêniyên herêma Cizîrê berê xwe didin Qamişlo
Şêniyên herêma Cizîrê berê xwe didin Qamişlo
13 mijdar, 2022   06:32
QAMIŞLO

Şênî li deriyên ketina bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê kom bûn, da ku berê xwe bidin bajarê Qamişlo û beşdarî xwepêşandana navendî bibin. Xwepêşandan dê bi dirûşma "Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" tê lidarxistin.

Pêkhateyên ji navçe û bajarokên kantona Qamişlo (Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo) û ji navçe û bajarokên kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê) dê beşdarî xwepêşandanê bibin.

Tê payîn ku xwepêşandêr li bajarê Qamişlo ji sê basikan dest bi xwepêşandanê bikin; ji çarxerêya taxa Siyahî, Nexweşxaneya Ferman û Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî û ber bi Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê ya li navarasta bajêr ve bimeşin ku li wir xwepêşandana navendî tê lidarxistin.

ANHA