​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş

Şêniyên herêma Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş û soza domandina têkoşînê li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş
​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş
​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş
​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş
​​​​​​​Şêniyên Cizîrê sersaxî da malbata şehîd Mîtan Şoreş
9 mijdar, 2022   14:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û ewlehî û kesayetên olî û hiqûqî berê xwe da konê sersaxiyê û sersaxiya malbata şehîd Kemal Mihemed Dawûd (Mîtan Şoreş) xwest. Kon li pêş mala şehîd a li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê hate vegirtin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîtan Şoreş di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li dijî erebeya wî di 6’ê vê Mijdarê de şehîd bûbû.

LI SIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK HEVGIRTIN PÊWÎST E

/ar/uploads/files/2022/11/09/130821_abyd-ath.webp

Di destpêka merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, endamê meclisê Ubêd Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Wek îro, par balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk kesayeta welatparêz Yûsif Gulo hedef girt, ev êriş heta niha li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ber çavê cîhanê didomin.”

Etê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha axivî: “Dewletên ku li hember van êrişan bê deng in, di sûcên dermirovî yên ku li dijî herêmê pêk tên de hevkar in, ji ber wê jî divê em Kurd, Ereb û Suryan li hember van êrişan bibin yek.”

PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN

/ar/uploads/files/2022/11/09/130905_nthyr.webp

Piştre, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo fermandar Nezîr Sofî Abdullah li ser planên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: “Piştî ku dagirkeriya Tirk li hember berxwedan û têkoşîna me têk çû, berê xwe da  hedefgirtina sivîl û fermandaran bi balafirên bêmirov ên biçek û êrişên li dijî herêmê zêde kirin.”

Nezîr wiha li gotina xwe zêde kir: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina cîhanê ji DAIŞ’ê xwe feda kirin, em jî soz didin gelê xwe ku heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.”

/ar/uploads/files/2022/11/09/130741_sham.webp

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Kornîş jî, endama partiyê Sîham Silêman teqezî bi girîngiya domandina têkoşînê û meşa li ser şopa şehîdan kir û got: “Divê em destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin, da ku em jiyaneke îstîqrar û ewle misoger bikin.”

/ar/uploads/files/2022/11/09/130803_aamr-bshar-ahmd.webp

Piştre, helbestek li ser fedakariya şehîdan ji aliyê xalê şehîd, Amir Beşar Ehmed ve hat xwendin.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wesîqeya şehîd Mîtan Şoreş xwend û radestî malbata wî kir.

 (mh)

ANHA