Şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan destpêka bidawîkirina pergala faşîst e

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îhamî El Milêcî destnîşan kir ku desthilatdariya Trik bi kiryarên xwe yên faşîzane li dijî rêber Abdullah Ocalan, dijberiya xwe ji azadiyê re nîşan dide û got: “Tevî ku ew di nav çar dîwaran de ye lê dîsa jî dagirkeriya Tirk jê ditirse. Gelo eger derkeve dê çawa be, bêguman derketina wî dê bibe destpêka bidawîkirina vê pergala faşîst.”

Şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan destpêka bidawîkirina pergala faşîst e
7 mijdar, 2022   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Ji 2019’an ve hevdîtina bi parêzer û malbatê re li Abdullah Ocalan hatiye qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya parastina rêber Ocalan di 7’ê Tebaxa borî de destnîşan kiribû ku rêber Ocalan ji 3 salan ve ji mafên xwe yên li gorî qanûnên xwecih û navneteweyî bêpar maye. Hemû daxwazên hevdîtina parêzeran pê re di 27’ê Tîrmeha 2011’an û 2’yê Gulana 2019’an de, bi awayekî derqanûnî hatin redkirin.

Parêzera rêber Ocalan, Newroz Uysal berê ji ajansa me re wiha axivîbû û gotibû: “Ji dema dîlgirtina rêber Ocalan û heta niha hevdîtin li gor qanûnên Tirkiyê pêk nehatine. Piraniya hevdîtinan piştî çalakiyên li dijî tecrîdê wek gireva birçîbûnê, yan jî dema ku şewat li Îmraliyê pêk hatiye, an jî dema agahiyên li ser rewşa tenduristî ya xirab a rêbertî hatine belavkirin, pêk hatine.”

Desthilatdariya Tirk ji Îlona 2018’an de û heta roja îro her 3 mehan carekê cezayên dîsplînê li rêber Ocalan û hevalên wî dibire û bi cezayan 6 mehan carekê hevdîtinên bi parêzeran re qedexe dike. Newroz Uysel destnîşan kir ku tiştên wiha di qanûnên Tikiyê de tune ne.

Der barê mijarê de, nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îhamî El Milêcî ji ajansa me re wiha axivî: “Desthilatdariya Tirk siyasetên tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan dimeşîne, ji ber ku ew girîngiya rêber Ocalan li cem gelê Kurd dizane. Her wiha fêm dike heke azadiya wî pêk were, dê têkoşîna Kurdan mezintir bibe û dê li her çar parçeyên Kurdistanê mafên xwe bi dest bixin.”

El Milêcî wiha domand: “Desthilatiya Tirk bi kiryarên xwe yên neheq li dijî rêber Ocalan piştrast dike ku ew ji wî ditirse, tevî ku ew di nav çar dîwaran de ye lê dîsa jî ew jê ditirse. Gelo eger ew azad bibe dê çawa be. Bêguman derketina wî dê bibe destpêka bidawîkirina vê pergala faşîst.”

RÊBER OCALAN DIKARE DIKARE ROLEKE AKTÎV BILÎZE

El Milêcî wiha got: “Desthilatiya Tirk hewl dide tevliheviya li herêmê zêde bike, hem bi rêya leşker û îstîxbarata xwe, hem jî bi rêya amûrên xwe wek rêxistinên terorîst. Ev jî gelek kiryarên wê diyar dike, nexasim ên girêdayî rêber Ocalan, ku sembola têkoşînê ye û dikare di çareserkirina kirîzên herêmê û rawestandina şerên leşkerî de roleke aktîv bilîze.”

El Milêcî wiha berdewam kir: “Desthilatdariya Tirk bi kriyarên xwe yên faşîst li hember rêber Abdullah Ocalan, dijberiya xwe ji azadiyan re piştrast dike. Ruxmî ku sloganên demokrasiyê û azadiyê berz dike, lê ji demokratiyê pir dûr e. Ev bi xwe rêgeza partiyan e ku îslama siyasî ji xwe re dikin bingeh, dema bigihêje desthilatdariyê rûyê xwe yê dîktator û çewisandî eşkere dike.”

DIVÊ RÊJÎMA TIRKIYÊ WERE TEŞHÎRKIRIN

El Milêcî girêdayî însiyatîfên ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan wiha got: “Hemû însiyatîfên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hêjeyî rêzgirtinê ne, lê belê divê ew xebatên xwe ji bo teşhîrkirina rûyê rast ê rêjîma Tirk zêde bikin û belgeyên ku kiryarên rejîma Tirk îsbat dikin ji rêxistinên navneteweyî û ewropî re bişînin.”

El Milêcî destnîşan kir ku divê gotar werin nivîsandin ku piştgiriya rêber Ocalan dikin, pirtûkên wî eşkere bikin ku dikarin îstiqrarê li Rojhilata Navîn pêk bînin û wiha domand: “Divê çalakiyên protestoyî li dar kevin û hemwextî wê civîn û hevdîtinên navneteweyî, li dar kevin. Belgefîlm werin çêkirin ku serpêhatiya rêber Ocalan û fikrên wî belge dikin. Her wiha li ser têkoşîna Kurdan film werin çêkirin û ji bo zimanên din werin wergerandin. Bername bi zimanên tirkî, erebî, ingilîzî  û fransî werin çêkirin ku tê de beşdarbûna çalak a firkê rêber Ocalan di nav gelê kurd de eşkere dikin û çawa ev gel dev ji têkoşîna xwe.”

Nivîskar û rojnamevan Îlhamî El Milêcî bal kişand ser durûtiya rêxistinên navneteweyî yên ku parastina mafên mirovan û girtiyan îdia dikin wekî CPT`ê û got: “Piraniya van rêxistinan durûtiyê dikin û berjewendiyên xwe li gor armancên siyasî û aborî didin meşandin, mebesta min jêderên fînansekirina wan e. Ji ber wê jî divê em xwe nespêrin wan lê belê divê rêxistinên nû werin damezirandin da ku bi mafên mirovan û gelên ku mafên wan hatine binpêkirin nexasim ji aliyê rêjîma Tirk ve, eleqedar bin.”

(mh)

ANHA