​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin

Yekitiya Dermansazan a Helebê bi hevkariya saziyên civaka sivîl konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi pîşeya dermansaziyê ber bi civakeke saxlim û dirust ve” li dar xist û bi hilbijartina hevserokatiyeke nû û dayîna daxuyaniyekê bi dawî kir.

​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
​​​​​​​Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansazan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat lidarxistin
24 cotmeh, 2022   15:56
HELEB

Di nava hewldanên saziyên civaka sivîl de ji bo birêxistinkirina pîşeyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê di yekitiyên pîşeyan de îro Konferansa 1`emîn a Yekitiya Dermansaziyê li dar ket.

Konferans li kefîterya Telê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Bi dehan dermansazên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye beşdar bûn.

Di konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerîb Hiso axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê, asteng û gefên li dijî herêmê kir.

Xerîb Hiso got: “Hebûna vîna avakirin û birêxistinkirinê li gel aloziya 11 salan, destkeftiyeke mezin e. Lê li hember astengiyên li pêşiya herêmên derdikevin divê ji bo xurtkirina vê birêxistinkirinê têkoşîn were mezinkirin.”

BIRÊXISTINBÛYÎN KILÎTA SERKEFTINÊ YE

Hiso pergalên faşîst rexne kir ku hikumetên şer ên fitne û taîfî ji xwe re kirine bingeh, ava dikin da ku hebûna xwe biparêze.

Der barê komploya navneteweyî de, Hiso got: “Destê hemû dewletên ewropî û Rojhilata Navîn di komployê de hene. Lê gel bi vîn û birêxistinkirina xwe li hember hemû astengiyan bi ser ket.”

Hiso di dawiyê de hemû şehîdên azadiyê li çiyayên Kurdistanê canê xwe feda kirine bibîr anîn û kiryarên PDK`ê şermezar kirin ku têkoşîna gelê Kurd sînordar dikin.

KAR, XEBAT Û RÊZIKNAMEYA YEKITIYÊ

Piştre endamê Yekitiya Dermansazan Beşar Dilo rapora salê ya yekitiyê xwend ku di nav de rewşa rêxistinî, çalakiyên ku yekitiyê li dar xistine, kar û xebatên ku ji bo karkeran, mamosteyan û karmendan re pêşkêş kirine, çawa koordîne bi saziyên civaka sivîl re kirine û gelek xebatên din hene.

Dûre dermansaz Raxib Hec Hesen rêziknameya Yekitiya Dermansazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend.

Paşê meclisa yekitiyê ji 4 dermansazan; Beşar Dilo, Raxib Hec Hesen, Nêvîn Omer û Ebdulezîz Berakat hat hilbijartin.

Di dawiya konferansê de, dermansazên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî HPG`ê li çiyayên Kurdistanê daxuyanî da ku dermansaz Beşar Dilo xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ruxmî ku qanûnên navneteweyî û yên qedexekirina çekên kîmyawî îmze kirine lê ev çek li Efrîn, Serêkaniyê û li dijî çiyayên Kurdistanê bi kar anîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya biguman a civaka navneteweyî, NATO`yê û hat gotin ev bû sedem ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe berdewam bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî van rêbazên faşîst lê dewleta Tirk nekarî vîna Kurdan û tevgerên wan ên rizgarkiriyê têk bibe ji ber ku ew xwe dispêre fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û hêzên parêzvan û berxwedêr ku hebûna wî diparêze.

Di daxuyaniyê de komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hatin şermezarkirin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku destûrê bide rêxistinên navneteweyî ku biçin cihên bikaranîna çekên kîmyawî û lêpirsînê çêkin, ruxmî ku dîmenên wê bi kameraya şervanên HPG`ê hatine kişandin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li komîteyên tenduristiyê mîna Bijîşkên Sînornenas û komîteyên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, erkên xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih. Helwesteke cidî û diyar li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şervanên azadiyê û xwezayê nîşan bidin.

ANHA