“Qanûnên mirovî yên navneteweyî” bû mijara panelekê li Tebqayê

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Tebqayê ji bo şîrovekirina rêgezên bingehîn ên qanûnên navneteweyî, panelek bi dirûşma “Qanûnên mirovî yên navneteweyî” li dar xist.

“Qanûnên mirovî yên navneteweyî” bû mijara panelekê li Tebqayê
24 cotmeh, 2022   16:11
TEBQA

Rêvberên komîteyên Meclisa Rêveber û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya tev li panelê bûn ku li holê civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hate lidarxistin

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Hiqûqî ya Meclisa Rêveber a Tebqayê, Fîda El Ebdullah mijarên panelê yên têkildarî rêgezên qanûnên mirovî yên navneteweyî şîrove kirin.

Fîda El Ebdullah got: “Qanûn, di dema nakokiyên çekdarî de, kesên tev li şerê nebûne yan jî dev jê berdane, diparêze. Her wiha avahî û milkên ku têkiliya wan a yekser bi operasyonên leşkerî jî tune ye diparêze.”

Fîda El Ebdullah çarçoveya şexsî ya qanûnê şîrove kir û got: “Çarçoveya şexsî ya qanûnê; diyarkirina beş û kesên ku divê di nakokiyên çekdarî de werin parastin e. Têgîna “Kesên parastî” yan jî “Beşên parastî” lê tê kirin.”

Seroka Komîteya Jinan a Tebqayê, Wela El Nacî rêgezên giştî yên qanûnê diyar kirin û got: “Qanûn, aliyên nakok neçar dike ku di şer de gelek rêgezan pêk bîne. Ev rêgez li gorî peymanan hatine dayîn.”

Welat El Nacî wiha domand: “Ev rêgez, kes û milkan diparêze. Bikaranîna hêzê û tundiyê di nakokiyên çekdarî de sînordar dike ku di encamê de sivîlên tev li operasyonên leşkerî nebûne, tên parastin.”

Di dawiyê de, beşdarên panelê, mijarên panelê nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin.

(dm)

ANHA