Nûnertiya Kongra Star li Başûrê Kurdistanê serdana parêzgeriya Silêmaniyê kir

Nûnera Kongra Star Roza Hesen û endama Desteya Rêveber ya nûneratiya Slava Silêman îro duşemê li avahiya parêzgariya bajarê Silêmaniyê bi parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebû Bekir re civiyan.

Nûnertiya Kongra Star li Başûrê Kurdistanê serdana parêzgeriya Silêmaniyê kir
17 cotmeh, 2022   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêka hevdîtinê de şandeya nûneratiyê amaje bi sîstema Kongra Star û  karê nûneratiyê li Başûrê Kurdistanê kir û tekezî li ser giringiya berdewamîya peywendiyên di navbera her du aliyan de ji bo xizmetkirina destkeftiyên gelê Kurd kir.

Ji aliyê xwe ve parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebû bekir tekezî li ser amadebûna wan li ser hemû mijaran danûstandinê kir, di heman demê de piştrast kir ku ew ê piştgiriya nûnertiyê bikin got ew bi destkeftiyên jinên Kurd li Rojava şanaz in.