Raporên CPT’yê yên der barê Îmraliyê de bê fêde ne

CPT’yê di nava 20 salan de çend caran serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Lê nekarî şert û mercên tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan biguhere. Raporên wê tenê wek hibra li ser kaxizê mane ku dewleta Tirk a dagirker tiştek jê pêk neanîn.

Raporên CPT’yê yên der barê Îmraliyê de bê fêde ne
11 cotmeh, 2022   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Îmralî, giraveke biçûk li Deryaya Marmara ya bajarê Bursa yê Tirkiyê ye. Qedexe ye balafir li ser vê giravê bifirin. Her wiha nêçîra masiyan jî li nêzî beravên wê hatiye qedexekirin.

Piştî Peymana Lozanê ya sala 1923`yan niştecihên wê koçberî Yewnanistanê bûn. Ji 1924`an heta 1925`ê vala ma. Ev girav bi wargeha firariyan hat naskirin. Sala 1935`an girtîgehek lê hat avakirin ku di 1936`an de hat vekirin.

Piştî darbeya leşkerî ya 1960`î, girtîgeha Îmraliyê ji bo cezakirina rayedarên Tirk hat bikaranîn. Tê de serokwezîrê berê Adnan Menderes, wezîrê karên derve yê berê yê hikumeta Menderes Fetin Ruşdî û wezîrê darayî Hasan Polatkan tê de hatin ragirtin.

Her wiha sînemagerê navdar Yilmaz Guney, wênegirê romanî Angulus Stavonodîs, nivîskarê amerîkî Billy Hayes ê cezayê mubetê lê hatibû birîn, girtibû heta ku jê reviya.

Piştî komploya girêk ku îstîxbarata dewletên hegemonîk tev lê bûn û ji aliyê Amerîkayê ve hat plankirin, rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de ji balafirgeha Naîrobiyê hat revandin û piştre ew veguhastin Îmraliyê ku cezayê muebetê lê hat birîn.

Piştî dîlgirtina rêber Ocalan gelek guhertin li girava Îmraliyê çêbûn. Girtiyên tê de birin girtîgehên din. Êdî ev girav veguherî herêmeke leşkerî ya qedexekirî. Di girtîgehê de pergaleke nû hat avakirin ku siyasetên kirêt ji bo şikandina vîna rêber Ocalan tên meşandin. Rêber Ocalan rewşa li girtîgehê bi rewşa mirovek di tabûtê de wesifand.

Piştî 24 salan li ser dîlgirtina rêber Ocalan, diyar dibe ku ji bo rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarî berjewendiyên siyasî û aborî di ser her tiştî re ne.

Li gorî madeya sêyemîn a brotokolên Dadgeha Mafên Mirovan a Îşkenceyê û Danûstandina Ne baş bi girtiyan re ya Ewropayê, birîna cezayên li dijî rûmetê qedexe dikin.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yek ji saziyên Meclisa Ewropayê ya herî girîng e û ji bo rêgirtina li pêşiya îşkenceyê û danûstandina bi girtiyan re, piştgiriya wan bike û wan biparêze hatiye avakirin.

CPT dikare li 46 dewletên ku peyman û qanûnên Meclisa Ewropayê îmze kirine, serdana girtîgehan bike bêyî ku destûreke pêşwext bibe. Tu dewlet nikare deriyên girtîgehan û navendên polîsan li pêşiya vê komîteyê bigire. Lê dewleta Tirk van qanûn û peymanan bin pê dike û rêber Ocalan di girtîgeheke tekekesî de digire, cezayên dîsplînê li ser dibire û têkiliyên wî bi malbat û parêzeran re qedexe dike.

Piştî zêdetirî du serdeman, li ser dîlgirtina rêber Ocalan derbas bûne, komîteyê rola xwe li gorî tê xwestin nelîst. Zextê li dewleta Tirk a dagirker nekir ku tecrîdê bi dawî bike mîna ku ew qanûn nekêrhatî bin.

Kriyarên vê komîteyê, bêdengiya wê di van salan de, dayîna daxuyaniyan û sloganan, temaşekirina rewşê beyî ku tiştekî bike, li dora pêbaweriya wê gumanan çêdike, mîna saziyên din ên navneteweyî ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine avakirin.

Ji bo ku van gumanan ji ser xwe rake, CPT, raporên şermok di salên ku mafên mirovan li girtîgeha Îmraliyê dihat kirin de, amade kirin. Lê dîsa jî, tiştek nekir ji bo ku wan binpêkirinan rawestîne û tenê temaşe kir.

Ji 18 mehan ve tu agahî der barê rewşa rêber Ocalan de nehatine bidestxistin. Heta CPT bang û qêrînên gelên herêmê ji bo eşkerekirina rewşa wî paşguh kirin.

Komîteyê ji dema dîlgirtina rêber Ocalan sala 1999`an ve 9 caran lêpirsîn çêkir. Piştî her raporekê, gelek perspektîf ji bo bidawîkirina tecrîdê pêşkêş kirin û bang li desthilata Tirk kir ku tedbîran bigirin ku tecrîdê bi dawî bikin.

Di 10 salan de, komîteyê tenê 3 caran serdana Îmraliyê kir. Ji wê zêdetir sala 2021`an dema serdana Tirkiyê kir, pêwîstî nedît ku serdena girtîgeha Îmraliyê bike.

Li jêr, kurteraporên CPT`iyê yên têkildarî serdanên girtîgeha Îmraliyê di salên dîlgirtina rêber Ocalan de pêk anîne:

SALA 1999`AN: NABE BI TENÊ DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE

Şandeyeke CPT`iyê cara yekemîn di 2`yê Adara 1999`an de serdana Îmraliyê kir. rapora taybet a vê serdanê di 5`ê Gulana 1999`an de derket. Di raporê de hat bibîrxistin ku nabe Abdullah Ocalan di girtîgehê de bi tenê bimîne.

Têkildarî rewşa nebaş a girtîgehê, di raporê de wiha hat gotin: Ew bi tenê li cihekê ku kesek lê nîne û li gel rewşeke ewlehiyê ya giran hatiye hiştin. Ev şertûmerc bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya rêber Ocalan dike. Divê tedbîr bên girtina da ku rewş wisa dewam neke.

SALA 2001`AN: DIVÊ RÊ BIDINÊ KU TELEFVÎZYON TEMAŞE BIKE Û RADYOYÊ GUHDAR BIKE

Piştî dîlgirtina rêber Ocalan bi du salan, komîteyê di navbera 2 û 14`ê Îlona 2001`an de serdana Îmraliyê kir. Di rapora xwe ya piştî serdanê de, got tu delîl li ser nebaşbûna tenduristiya rêber Ocalan nedîtiye. Lê bang li desthilata Tirkiyê kir ku şertûmercan peyda bike da ku girtiyên din bibîne.

Komîteyê daxwaz kir ku derfet ji rêber Ocalan re bê peydakirin da ku telefizyonê temaşe bike û radyo guhdar bike. bi malbat û parêzeran re bi rêya telefonê biaxive. Derfetê bidinê ku bi serbestî di navbera hucreya xwe û odeyên din de bigere.

SALA 2003`YAN: NABE QEYD LI SER MAFÊ SERDANE HEBIN

Dewleta Tirk a dagirker di destpêka 2000`î de, bi domdarî nehişt rêber Ocalan hevdîtinê bi malbat û parêzeran re pêk bîne bi hiceta keştî xirabe bûye û rewşa hewayê ne baş e. hevdîtinên bi malbat û parêzeran re kêm kir ku destpêkê heftê 2 caran bû, kir heftê carekê, piştre dema hevdîtinê li şûna 2 saetan kir saeteke. Ev yek li dijî lihevkirinên navneteweyî ye. Her wiha paşê hevdîtin bi hefteyan qedexe kir û tenê di mehê de carek an du caran destûr da hevdîtinan.

CPT`yê eşkere kir ku di dema navbera 16 û 17`ê Sibata 2003`yan de serdana Îmraliyê kiriye û di 2004`an de rapora xwe ya têkildarî vê serdanê eşkere kir. tê de banga bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê kir. Her wiha pêşniyar kir ku astengiyên li pêşiya hevdîtinan dibin bend werin çareserkirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku astengkirina hevdîtinan zêdetirî 3 mehan ji bo girtiyan rewşeke xeter e û nayê qebûlkirin.  

SALA 2007’AN: DIVÊ WERE DERMANKIRIN

Komîteya li dijî êşkenceyê, piştî hewldana dewleta Tirk a jehrkirina rêber Ocalan, ji bo cara 4’emîn serdana Îmraliyê kir, ku di 1’ê Adara 2007’an de ji aliyê parêzeran ve civîneke çapemeniyê li Romayê hat lidarxistin, tê de rgihandin ku tayek ji porê rêber Ocalan taqî kirin û di encamê de hat diyarkirin ku rêjeya madeyên kîmyewî wek setronyom û kromîn di bedena wî de pir bû, ku ev yek wek jehrbûnê hat nîşandan.

18  siyasetmedar û çalakvanên Kurd li bajarê Strasburgê yê Fransayê di Nîsana 2007’an ji bo avakirina desteyeke serbixwe ji bo dermankirina rêber Ocalan dest bi girava birçîbûnê kirin, di encamê girava birçîbûnê ya ku 39 roj domand û bêhtirî hezar îmze di hefteyekê kom kir, komîteya Ewropî ya li dijî êşkenceyê biryar da ku şandeyek ji bo girtîgeha Îmraliyê were şandin.

Der barê serdana şandeyê ya di navbera 19 û 22’ê Gulana 2007’an, piştî salekê raporek hat dayîn û hin biryarên pêşniyariyên vegerandina têkiliyên rêber Ocalan bi cîhana derve re û dermankirina wî hatin dayîn, her wiha di raporê de hat diyarkirin ku rewşa girtîgeha Îmraliyê ji 4 salan ve qet nehatiye guhertin.

SALA 2010’AN: TELEVÎZYON Û BIKARANÎNA TELEFONÊ QEDEXE YE

Serdana 5’emîn a komîteya Ewropî ya li dijî êşkenceyê piştî avakirina girtîgeheke nû li giravê û bicihkirina 5 girtiyên din tê de, di 26-27’ê Çileya 2010’an de pêk hat, ku şande ji serokê komîteyê “Mawro Palma” pêk dihat, rapora vê serdanê jî di Tîrmeha heman salê de hat dayîn, ku tê de pêşniyariyên wek mafê rêber Ocalan a dîtina ronahiyê di girtîgeha xwe de û pêkanîna têkiliyan di navbera wî û girtiyên din de hatin dayîn.

Her wiha di raporê de peydakirina televîzyonê ji rêber Ocalan re wek girtiyên din û axaftina bi malbatê re bi rêya telefonê, hat xwestin.

SALA 2013’AN: JI RONAHIYA ROJÊ BÊPAR MAYE

Komîteya Ewropî ya li dijî êşkenceyê, di cara 6’emîn di 16-17’ê Çileya 2013’an de serdana Îmraliyê kir û rapora vê serdanê di 2014’an de hat dayîn, ku di raporê de bal li ser wê yekê hat kişandin ku rêber Ocalan hîn jî ji ronahiya rojê di girtîgeha xwe de û ji hevdîtina bi girtiyên din re bêpar maye, her wiha axaftina bi telefonê jî bi salan lê hatibû qexekirin.

Di raporê de îşaret bi “cezaya displînî” ya ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane li rêber Ocalan dide, hat kirin. Komîteyê destnîşan kir ku divê cezayên displînî bêhtirî 14 rojan derbas nekin.

SALA 2016’AN: ÎDIAYÊN TIRKIYÊ BÊ BINGEH IN

Piştî 3 salan, komîteyê di 28-29’ê Nîsana 2016’an de serdana Îmraliyê kir û serdana xwe wek ku berê jê re plan nehatibû kirin bi nav kir û rapora vê serdanê di Adara 2018’an de hat dayîn, ku wê demê hikûmeta Tirk destûra dayîna raporê piştî 2 salan da.

Komîteyê di raporê de da zanîn ku girtî, di serî de rêber Ocalan nikarin bi cîhana derve re bidin û bistînin her wiha ku bihaneyên desthilatiya Tirk ên “xerabûna qeyiqê” û “rewşa hewayî ya nebaş” qet nerast û bêbingeh in.

SALA 2019’AN: BIHANEYÊN QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE

Piştî sala 2016’an û destpêkirina girava birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û seranserî cîhanê de, komîteya (CPT) di 6 û 7’ê Gulana 2019’an de serdana girtîgehên Îmraliyê kir, lê belê rapora vê serdanê piştî salekê hat dayîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku bihaneyêh qedexekirina hevdîtina bi malbatê rei armanca windakirinê ne, her wiha hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Îmraliyê nayê qebûlkirin.

SALA 2021’AN: DEMA SERDANA TIRKIYÊ KIR, BERÊ XWE NEDA TIRKIYÊ

Komîteya Ewropî ya li dijî êşkenceyê ya ku 8 caran serdana Îmraliyê kiriye, der barê vê mijarê pêşniyarî pêşkêşî dewleta Tirk kirin, lê wê pratîkkirina wan neşopand, nexasim ku di 11-25’ê Çileya 2021’an de komîteyê serdaja gelek girtîgehan kir lê belê berê xwe neda girtîgeha Îmraliyê.

SALA 2022’YAN: RAPORA WÊ YA LI SER TIRKIYÊ BÊ ÎMRALIYÊ

Komîteyê rapora xebatên giştî yên sala 2021’an di Nîsanê de da, ku rapor li ser serdana 9 dewletên endam ji nav wan Tirkiyê bû, tiştê balkêş ew e ku tu agahiyên der barê girtîgeha Îmraliyê di raporê de nehatibû behskirin.

SERDANA DAWÎN

Rêber Ocalan di tecrîda herî xerab re piştî 23 salan ji dîlgirtina wî, derbas dibe, nexasim ku ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re bêpar maye û rewşa wî ya tenduristî ji 18 mehan ve nayê zanîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî da zanîn ku êdî dem dema azadkirina rêber Ocalan e, ku bi vê gotinê xwe dispêre biryara dadgehê ya 18’ê Adara 2014’an ku nabe kesek heta dawiya jiyana xwe were girtin. Rewşa xerab a Îmraliyê û ya hemû nirx û pîvanên navneteweyî derbas kiriye rastî hêrseke cîhanî hat, ku 350 parêzer ji 22 dewletên Ewropî ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re, daxwazname ji bo wezareta dadmendiyê şandin.

Piştî bangewaziyên eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan, şandeyeke CPT di dema navbera 20 û 29`ê Îlona îsal de serdana girtîgehên Tirkiyê kir nexasim Îmraliyê. Da ku şert û mercên girtîgeha rêber Ocalan nas bike. Komîteyê diyar kir ku ew ê di Adara 2023`yan de rapora xwe ya têkildarî serdanê eşkere bike. Li gel vê yekê, divê qanûna Mafê di hêviyê de, pêk were, divê darizandina rêber Ocalan were dubarekirin, piştî derbasbûna ewqas sal divê serbest were berdan.

(şx-mh)