Mirov çawa dikare xwe ji nexwşeiya ʹBrucellosisêʹ biparêze?

Bijîşkekî beytarî da zanîn ku divê şênî rê û rêbazên pêşîlêgirtina nexweşiya pêldar (Brucellosisê) bişopîne. Her wiha hişyarî da ku dibe îsal belavbûna vê nexweşiyê di nav sewalan de digihêje asta herî jor.

Mirov çawa dikare xwe ji nexwşeiya ʹBrucellosisêʹ biparêze?
8 cotmeh, 2022   05:23
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Nexweşiya Pêldar an ku Brucellosisê nexweşiyek bakterî ye. Ev nexweşî ji hêla celebên cuda yên bakterayayên brucellosis yên ku sewal pê dikevin pêk tê. Ev nexweşî bi vexwarina şîrê nekelandî û xwarina penîrê nekelandî dighêje mirovan.

Nexweşiya Burcellosisê pirsgirêkeke cîhanî ye ji ber ku ew bakterayaya herî zêde ku ji sewalan dighêje mirovan.

Bijîşkê beytarî Rêber Elî yê ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo diyar kir ku ev dem dema belavbûna nexweşiya Burcellosisê ye. Ji ber vê yekê divê bi baldarî li gorî tedbîrên pêşîlêgirtinê, dan û standin bi vê nexweşiyê re were kirin. Bijîşk Elî diyar kir ku ger mirov bi awayekî rast û cidî nêzîk bibe ev nexweşî ne pir xetere ye.

Çend cureyên nexweşiya Brucellosisê hene, wek brucella ya sewalan, beraz û kûçikan. Cureya ku bandorê li pez û bizinan dike herî zêde belav dibe û sedema wê hebûna mîkrobê di xwezayê de ye ku bi rêya êm û ava nepaqij dighêje sewalan dibe û dikeve pergala dehandinê û di xwîna sewalaê nexweş de belav dibe.

Rêber Elî têkildarî nexweşiyê de ev agahî parve kirin: "Ev bakteriya di pergala hilbirînê ya nêr û mê ya sewalan de bi cih dibe. Nîşaneyên bilindbûna germahiya wan xuya dibin  û hinek ji wan mirar diçin. Ji ber ku dermankirina wan bê feyde ye, divê mirov ji pezê ku nexweşî lê belav dibe,  xilas bibe.  Nîşanên nexweşiyê li cem mirovan cuda ne, naxwazin xwarinê bixwin, êşa piştê, êşa movikan, germahiya bilind û kêmbûna giraniya wan heye."

XWEPARASTINA JI VÎ NEXWEŞIYÊ

Bijîşkê beytarî Rêber Elî ji sewalvanan xwest ku ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê komek tedbîran bigirin û wiha domand: "Divê termê sewalê ku bi vê nexweşiyê mirar bûye, baş were binaxkirin. Sewalên nêr ên nexweş ji hev werin veqetandin da ku ev nexweşî negihêje sewalên saxlem. Hema demê divê şîr û berhemên wê baş were kelandin da ku ev nexweşî neghêje mirovan."

Der barê vê nexweşiyê de tê zanîn ku dibe ajal nexweş bikevin, bêyî ku tu nîşan li ser hebin.

Rêber Elî destnîşan kir ku yên herî zêde metirsiya nexweşiyê li ser wan heye, beytar û sewalvan in. Her wiha diyar kir ku ev nexweşî  bi rêya goştê baş nepijyayî û şîrê nekelandî dighêje mirovan û got, piştî mijûlbûna bi sewalan re divê dest baş werin şûştin.

Nîşaneyên brucellosisê yên ku di mirovê nexweş de xuya dibin; germahiya zêde, êşa hestiyan, xwêdan, taya domdar û serêş e. Heke kesên nexweş bi vê nexweşiyê bikevin rewşa wan girantir dibe, dibe ku bibe sedema iltîhba endocardium an ku perdeya hundir a dil, iltîhaba pişikê, kezebê, movikan û pergala damarî ya navendî.

Dr. Rêber Elî hişyarî da xelkê ku di dema peydabûna nîşaneyên vê nexweşiyê de, rêgirtin û çêkirina testên pêwîst e. Her wiha da zanîn ku li herêma Cizîrê li gorî şopandina wan, ev nexweşî di nav sewalvanan de belav bûye.

(hs)

ANHA