Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê

Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê têkildarî belavbûna nexweşiya Kolerayê, nîşan, sedem û rêbazên xweparastinê ji nexweşiyê çi ne, semînerek li dar xist.

Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
Sedem, nîşane û rêbazên xweparastina ji Kolerayê bûn mijara semînerekê li Minbicê
1 cotmeh, 2022   13:48
MINBIC

Endamên Yekitiya Rewşenbîran, partî, rêxistinên civaka sivîl li hola Mihemed Menle Xezîl tev li semînerî bûn.

Di destpêka semînerê de, nûnerê Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê ya Minbicê Xalid El Elî axivî û nexweşiya Kolerayê da nasandin, nîşane, sedemên wê û rêbazên xweparastinê çi ne wisa bi bîr xistin: “Nîşaneyên nexweşiyê ku bi rêya av û xwarina qirêj belav dibe, wiha ne tansiyon dadikeve, tîbûn zêde dibe, masulke diêşin, bêhêzbûn, zihabûn, zikçûn, gêjbûn, vereşîn çê dibe û dil bi lez lêdide.”

Der barê rêbazên rêgirtina li pêşiya nexweşiyê de El Elî got: “Divê dest baş werin şûştin, av were dezenfektekirin û sebze baş werin şûştin.”

El Elî diyar kir ku heke dermanê pêwîst tune be, dikarin wê li mal çêkin bi rêya helandina nîv kavçiyek biçûk xwê û 6 kavçiyên biçûk şekir di lîtreyeke ava paqîj de yan jî ava birinç a şorkirî, dikarin bi kar bînin.Î

Di dawiyê de teqezî bi pêwîstiya dîtina derziyekê ji vê nexweşiyê re, dezenfektekirina avê bi awayekî baş û lidarxistina semînerên din ên der barê vê mijarê de, hat kirin.

(dm)

ANHA