​​​​​​​Li Qamişloyê konferansa Kongra Star dest pê kir

Bi dirûşma "Bi rihê şehîd Jiyan em parastina destkeftiyên şoreşê dikin û serkeftinê qezenc dikin" Konferansa Kongra Star a 9’emîn li Qamişloyê bi beşdariya 300 delegeyan dest pê kir.

​​​​​​​Li Qamişloyê konferansa Kongra Star dest pê kir
1 cotmeh, 2022   08:49
QAMIŞLO

Li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê yê Qamişloyê Konferansa Kongra Star a 9’emîn li dar dikeve.

Di konferansê de nûnerên ji rêxisitnên jinan ên herêma Cizîrê û Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgeh û meclisên jinan ên saziyên sivîl û civakî, HPC-Jin û Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Li gorî komîteya amadekar bernameya konferansê wiha ye; nirxandina rêber Abdullah Ocalan li ser têkoşîna jinan, cewher û rastiya jina azad dê werin xwendin, rapora xebatê ya Kongra Star a 2 salên borî were xwendin. Piştre li ser raporê nîqaş dê werin kirin. Dê konfrans bi hilbijartina Meclisa Jinan a Kongra Star a Qamişloyê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA