​​​​​​​QSD’ê li Reqayê 4 DAIŞ`î girtin

Di 2 operasyonên li Reqayê de, QSD’ê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Hate zanîn ku 3 çete ji bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hatibûn.

​​​​​​​QSD’ê li Reqayê 4 DAIŞ`î girtin
26 îlon, 2022   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin: “Yekîneyên taybet 3 çeteyên DAIŞ'ê ku ji bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûbûn, girtin.

Piştî operasyonên şopandin û çavdêriyê, yekîneyan avêt ser maleke li Reqayê ku terorîstan ji bo plankirin û amadekirina bombeyan girtibû û li wir çete hatin girtin.

Li gorî lêpirsînên destpêkê, endamên şaneya terorîst li xwe mikur hatin ku amadekariya pêkanîna êrişên terorîstî bi rêya mayinan dikin ku perwerdeya wê li deverên dagirkirî dîtine.

Di operasyoneke din a ewlekariyê de ku li gundewarên bajarê Reqayê pêk hat, yekîneyên taybet ên QSD`ê endamekî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê girt.

Operasyon bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî û bi çavdêriya hewayî li ser cihê armanckirî, hat lidarxistin. Cihê bi ser de hatiye girtin, li zeviyên nêzîkî bajarokê El Kerame yê rojhilatê Reqayê bû. Li malê lêgerîn hat kirin û gelek belge û alav hatin desteserkirin.

Ev çeteyê hatiye girtin, berê di veguhastina çekan de ji bo rêxistina DAIŞ'ê, hêsankirina tevgerên çete û serçeteyan, her wiha ewlekirina rêyên qaçaxçîtiyê û tevgera şaneyên DAIŞ'ê ji bo pêkanîna operasyonên terorîstî li navçe û demên cuda çalak bû."

(hs)