​​​​​​​Kongra Star bang li jinan kir: Tev li serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê bibin

Kongra Star bang li hemû jin û rêxistinên azadîxwaz û demokrat ên cîhanê kir tev li serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibin û piştgiriya wê bikin. Her wiha sûcê qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir.

​​​​​​​Kongra Star bang li jinan kir: Tev li serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê bibin
26 îlon, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star têkildarî serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî desthilata Îranê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê em têkoşîna jinan û hemû gelên ku zêdetirî hefteyekê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her roj li qadan in û li dijî zilm û tundiyê serî hildidin, silav dikin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî kuştina hovane ya Jîna Emînî ji hêla rêjîma dij jinan ve, vegerîn serhildanan li dijî desthilata Îranê. Kuştina jina ciwan Jîna Emînî bû çirûska ku agirê hêrsa gel ê ku bi salan pê xistibû, geş kir û kir agirê daxwaza azadiyê. Ev serhildana gel li Kurdistanê dest pê kir û di hemû Îranê de bû serhildana gel a ji bo demokrasî û azadiyê.

Ne cara yekem e ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan tên lidarxistin, lê vê carê gel bi pêşengiya jinan daxwaza azadiya jinan û demokrasiyê dikin. Jin bi pêşengiya xwe rengê berxwedanê diyar dikin, bi cesareta xwe, bi hêrsa xwe û bi afirîneriya xwe bûn mînak û gel pey şopa wan dimeşe. Çalakiyên jinan ên qusandina por, şewitandina destmalan, girtina dîlanê, rabûna ser otomobîl û dîwaran şoreşek e. Bi wan çalakiyan pêşengiyê dikin û çesaret û moral dan hemû gelên azadîxwaz li Rohilat, Îran, Kurdistanê û seranserê cîhanê.

Wekî ku tê zanîn, kontrolkirina laşê jinan û bindestkirina jinan ji bo rejîma Îranê girîng e. Yek ji stûnên sereke yên rejîma Îranê û dezgehên desthilatdariya wê, çewisandina jinan e û ev serhildan jî li dijî wê ye. Azadiya jinan di navenda daxwazên gel de ye. Gelê Îran, Kurd û bi taybet jinan bi biyardarî sîstema desthilatdar a Îranê red dikin û bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev sîstem tê hejandin. Wek serokê gelan Abdullah Ocalan tespît kiriye: ‘Civak tenê bi azadiya jinan dikare azad bibe’ gelê Kurdistanê û Îranê dest bi meşa azadiya jin û gelan kiriyê. 

Berxwedana jin, porê jin, hêrsa jin, azadiya jin ji bo rêjima Îranê metirsiyeke mezin e. Ev zêdeyî çil sal e rejîma îran gel fetisandiye û ji bo guhertin û veguhertin girtî ne, ji ber wê bi tûndî êrişî serhildanên gel dikin. Îran guhertinê naxwaze, ji ber wê hewl didin agirê şoreşê vemrînin bi nîqaşên li ser reforman an guhertinên biçûk, lê dîrok îsbat kir ku ev yek ne pêkan e. Reform nabe, ji ber ev sîstemek li ser bingeha zilm û zordariyê ser jin û civak ava bûye, guhertina wê bi hilweşandina wê pêk tê.

Ji destpêka serhildan zêdetirî 50 kes bi destê hêzên Îranê hatin şehîdxistin û gelek jî birîndar bûn û hatin girtin. Bi taybet Jinên ku pêşengê vê serhildanê dikin tên hedef girtin, tên girtin, tên kuştin û hewldana bêdengkirina jin dikin. Lê ruxmî ku zext û êrişeke mezin ser gelê serhildêr heye bi biryardarî û cesaret doza azadiya xwe dişopînin û sîstemê dihejînin.

Em rejîma Îranê ji ber qetilkirina Jîna Emînî, qetilkirina hemû çalakvan û tundiya hemberî gel bi tundî şermezar dikin. Rejîm hewl dide bi tundî gel bitirsîne, hewl dide bi girtina tora înternetê gel bê deng bike, dixwaze piştigiriyê lawaz bike. Lê fedakarî, cesaret û berxwedana gel bandoreke mezin kiriye û divê her kes li wan mêze bike, li wan guhdar bike û li kêleka wan tê bikoşe.

Em hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîr tînin, divê em xwedî li daxwaza wan derkevin. Em bang li hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demokratîk dikin ku tev li berxwedanê bibin û piştgiriyê bidinê. Têkoşîna wan tekoşîna me ye. Azadiya jinekê azadiya hemû jinan e, divê em li seranserî cîhanê dest bi dest tê bikoşin heta em baviksalarî, kapîtalîzm û faşîzmê hilweşînin.”