Ji bo rêgirtina li ber nexweşiyan Desteya Şaredariyan a Efrînê avê dezenfekte dike

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi lez û bez kar dike da ku ava vexwarinê ya kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa dezenfekte bike û rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan bigire.

Ji bo rêgirtina li ber nexweşiyan Desteya Şaredariyan a Efrînê avê dezenfekte dike
Ji bo rêgirtina li ber nexweşiyan Desteya Şaredariyan a Efrînê avê dezenfekte dike
Ji bo rêgirtina li ber nexweşiyan Desteya Şaredariyan a Efrînê avê dezenfekte dike
25 îlon, 2022   06:01
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Li gorî bijîşkên nexweşxaneya Avrîn, av sedema yekemîn a belavbûna nexweşiyan li herêmê ye. Ji ber wê Desteya Şaredariyan ava vexwarinê dezenfekte dike.

Ji 2018`an ve, 155 sahrîcên taybet ên şêniyan, avê li kantona Şehba û navçeya Şêrawa belav dikin. Ji ber ku tora avê li herêmê telef bûye. Desteya Şaredariyê, di vê çarçoveyê de, sotemeniya pêwîst a ji bo sahrîcan, bi nirxekî guncaw ji wan re peyda dike.

Her wiha Desteya Şaredariyan di hewldana xwe ya rêgirtina li pêşiya nexweşiyan de, bênavber kar dike da ku avê dezenfekte bike. Ji bo wê hilmijeke klorê li ser her jêdereke avê bi cih kir, da ku dema du sahrîcan de tijî dibin, pê re klor têkeve nav.

Girêdayî mijarê hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê, Fayq Ehmed ji ajansa me re axivî û got: “Me destûr neda ku zevî bi ava qirêj bê avdan. Ji ber ku dibe sedema ku gelek nexweşî li herêmê belav bibe. Yên li dijî vê yekê tevbigerin jî, dê werin muxelefekirin.”

Ehmed wiha domand: “Li nexweşxaneya Avîrn taqîgehek heye. Li wir mehane av tê testkirin.”

Her wiha Ehmed diyar kir ku di derxistina avê ji bîran de, gelek pirsgirêk derdikevin û ev li gotinên xwe zêde kir: “HInek bîr nêzî rûyê erdê ne. Tenê di havînê de dikarin sûd jê bê girtin, ji ber ku av kêm dibe, nikarin avê jê derxin û di encamê de qirêj dibe.”

Ehmed îşaret bi pêla germahiyê ya di vê dawiyê de rû daye kir û got: “Li kantona Şehba û navçeya Şêrawa pêleke germahiyê rû da. Ji bo wê diviyabû em karê xwe duqat bikin da ku daxwazên şêniyan bînin cih. Di wê çarçoveyê de me avê dezenfekte kir, ji ber ku ava qirêj dibe sedema nexweşiyan. Her wiha li gelek gund û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawa me dest bi hemleyên hişyarkirinê kir û me belavokên hişyariyê li ser dîwarên malan daliqand.”

Di dawiyê de Ehmed Fayq got: “Li aliyekî din, Komîteya Zabite ya Desteya Şaredariyê gerên xwe din sûkan de didomîne, ji dema madeyên xwarinê û paqijiyê piştrast dibe.”

(dm)

ANHA