​​​​​​​Li Çilaxayê Mîhrîcana Mehebe ya Pêşbaziya Hespên Resen

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Çilaxayê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Qamişloyê Mîhrîcana Mehebe ya Pêşbaziya Hespên Resen a Yekemîn bi beşdariya 110 siwaran li dar xist.

​​​​​​​Li Çilaxayê Mîhrîcana Mehebe ya Pêşbaziya Hespên Resen
16 îlon, 2022   12:13
QAMIŞLO

Li gundê Kerhokê yê navçeya Çilaxa ya Qamişloyê li qada pêşbaziya hespan Mîhrîcana Mehebe ya Hespên Resen a Yekemîn hate lidarxistin. Di pêşbaziyê de 110 siwar ji Dêrazor, Reqa, Minbic û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di pêşbaziyê de welatiyên ji Qamişloyê, rûspî û şêxên eşîran û endamên saziyên sivîl jî amade bûn.

Çalakiyên mîhrîcanê bi axaftina endamê Komîteya Werzîş û Ciwanan Kerîman El Hemdon dest pê kir. El Hemdon bixêrhatina beşdaran kir û îşaret bi girîngiya çalakiyên wiha û rola wan di parastina folklora gelên herêmê de kir.

Piştre çalakiyên mîhrîcanê bi pêşbaziya hespan dest pê kir. Di dawiya pêşbaziyê de kesên serkeftî hatin xelatkirin.

Di dawiya mîhrîcanê de Komîteya Yekitiya Werzîşê ya Giştî ya Qamişloyê endamên komîteya amadekar û çavdêr xelat kirin.

(fr)

ANHA