Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê: Muxalefeta girêdayî hêzên herêmî nikare aloziya Sûriyê çareser bike

Di beşê yekemîn ê Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê de hate destnîşankirin ku muxalefeta Sûriyê ya girêdayî hêzên şaş û herêmî, nikarin çareyên baş û dirust peyda bikin, lê belê krîza li welêt hîna kûrtir dikin û tevlîheviyê derdixin. Her wiha hate tekezkirin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên bi dest xistine, destkeftiyên nîştimanî û civakî yên hemû sûriyan in.

Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê: Muxalefeta girêdayî hêzên herêmî nikare aloziya Sûriyê çareser bike
16 îlon, 2022   11:30
QAMIŞLO

Vê sibehê li Holla Zana ya bajarê Qamişloyê Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê bi beşdariya 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dest pê kir.

Piştî axaftina destpêkê ya endama komîteya amadekar a Kongerya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed, beşê yekemîn ê li ser geşedanên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî dset pê kir. Endamên komîteya amadekar ya Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed û Ziyad Wetfê ev beş bi rê ve bir.

Hesen Mihemed bal kişand ser girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê û got: “Bi ketina sedsala 21`an re, aloziyên siaysî, aborî, civakî û çandî li gelek deverên cîhanê ligel şer û nakokiyan berdewam in. destewerdana hêzên zlihêz li herêmên cuda yên cîhanê bi giştî û li Rojhilata Navîn bi taybet, nîşan dide ku em şerekî cîhanê yê sêyemîn jiyan dikin, ku mekanîzma û amûerên wê ji şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn cudatir e.

Piştî van du şeran û di encama lihevkirinên navneteweyî û hevsengiyan, ji aliyekî ve sîstemên yekrengî, ji aliyekî din ve jî desthilatên dîktator ên li ser esasê înkarkirin û qirkirinê hatin avakirin ku gelek pirsgirêk ji gelan re derxistin.”

MUXALEFETA GIRÊDAYÎ HÊZÊN HERÊMÎ DÛRÎ ÇARESERIYÊ NE

Hesen Mihemed bal kişand ser rewşa muxalefeta Sûriyê jî û wiha axivî: “Li hember koçberî, perîşankirin, guhertina demografiyê ya li Sûriyê, muxalefeta Sûriyê ya girêdayî hêzên şaş û herêmî jî dûrî peydakirina çareseriyên rast û dirust in. Ew bi siyasetên xwe yên şaş, di cewher de ne dûrî sîstemên pergalan in. Bi wê yekê ew krîza Sûriyê bi girêktir dikin û tevlîheviyê derdixin.”

Mihemed her wiha bal kişand ser pêwîstiya lêvegera rexnegir û cidî ji bo bersivdayîna hemû siyasetên li dijî Sûriyê û got: "Li pêş van hemû alozî, tevliheviyên siyasî û nexşeyên stratejîk girîngî û pêwîstiya lêvegera rexnegir ya cidî, objektîv û resayonal a hêzên demokratîk ên nîştimanî ji bo çareya siyasî ya Sûriyê derdikeve holê. Ji ber hîna şans heye, ger siyaset û stratejiyên objektîv û resyonal ên dûrî aliyên derve hatin xêzkirin. Ew yek piştî nirxandina rast a rewşê û li ser tevahî aliyên siyasî, civakî, leşkerî, aborî, çandî û rêxistinî pêk tê."

Mihemed wiha domand: "Ger em pişta xwe bidin têkoşîna demokratîk a rast, em dikarin hevbendiya demokrasî ya nîştimanî ava bikin ku dikare keştiya Sûriyê di nava van pêlan de bi rê ve bibe û bigihîne bejahiya li Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî."

Mihemed diyar kir ku mîna van komxebatên şêwirê yên di navbera hêz û kesayetên demokratîk yên li hundir û derve li derve li dar dikevin mîna tovên bingehîn û rasteqîn ên xebata têkoşîna demokrasî li Sûriyê ne.

Hesen Mihemd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Baweriyeke me ya mezin heye ku hemû beşdarên li vê holê yên ji hemû hêz, partî û kesayetên demokrat û nîştimanî dikarin rewşê analîze bikin nêrînekê li ser astengiyan bidin û çareyan ji bo pêşeroja Sûriyê pêşkêş bikin."

AVAKIRINA NÊRÎNEKE TAYBET A MUXALEFTÊ

Li aliyekî din jî endamê komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Ziyad Wetfê bal kişand ser xwestek û nêrîna gelê Sûriyê û wiha got: "Hin hene texmîn dikin ku gelê Sûriyê piştî van salên ji wêrankirinê û ev rewşa ku tê de wêranî û bihabûna tund heye, êdî amade ye her tişt ji derve qebûl bike. Bi texmîna min divê em balê bikişînin ser vê gotinê û ez texmîn dikim ne rast e. Gelê Sûriyê û ger baweriya wî bi xebata siyasî ji aliyên rejîm û muxalefetê ve tune be, bi gotinên xwe û di demên cihê de hîna diyar dike ku rewş beriya 2011’an venagere."

Ziyad Wetfê her wiha amaje bi rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina krîza Sûriyê de kir û ev tişt got: "Destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser heta niha bi şerê li dijî terorê û parastinê pêk anîne destkeftiyên nîştimanî yên giştî ne. Pir zehmet e ku rola wê di tiştên li ser sûriyan de werin nîqaşkirin tune be."

Di dawiya beşê yekemîn de deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin. Beşdaran tekezî bi girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir û wekî yekemîn çareyên aloziya Sûriyê bi nav kirin. Her wiha tekez kirin ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziyê, pêkanîna azadî, maf û daxwazên hemû gelê Sûriyê misoger dike. Tekezî bi girîngiya yekkirina hêzên muxalefeta demokratîk jî hat kirin û hat gotin ku peydakirina çareseriya siyasî pêdiviyeke lezgîn e.

ANHA