Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin

Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê ku li hember şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê şehîd bûbûn, oxir kirin û soza tolhildan û têkoşînê da.

Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
Şêniyên Şedadê 2 şehîdên QSD’ê oxir kirin
14 îlon, 2022   12:54
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şehîd Beşar Hisên û şehîd Ehmed El Îbrahîm ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi karwaneke erebeyan ketin rê.

Şervanên QSD’ê Beşar Hisên û Ehmed El Îbrahîm di bersivdana êrişa şaneya çeteyên DAIŞ’ê ya li bajarokê Ruweyşed ê rojhilatê Dêrazorê de di 11’ê Îlonê de şehîd bûbûn.

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewdet El Hisên sersaxî da malbatên her du şehîdan got: "Şehîdan di oxira rûmeta me û rizgarkirina xaka me de canê xwe da. Ji lew re em ê şopdarên wan bin."

El Hisên wiha domand: "Dê herêmên me ji terorê re bibin goristan û em ê tola hevrêyên xwe hildin û xaka xwe ji terorê rizgar bikin. Heta rizgarkirina tevahî xaka dagirkirî em rihet nasekinin û em ê tevahî şaneyên li Dêrazorê belav bûne, têk bibin."

El Hisên diyar kir ku divê gel bi hêzên xwe yên leşkerî re ji bo têkbirina hemû şaneyên li herêmê, bisekine.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El Tean fedakariyên QSD’ê û şêniyên herêmê pîroz kir û wiha anî ziman: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sekna li hember astengiyên hundirîn û derve hevgirtî ne."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehdadê Zehra El Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û cenazeyên her du şehîdan hatin veşartin.

(fr)