Tevgera Ciwanên Şoreşger kongreya xwe ya yekemîn li Reqayê li dar xist

Ciwanên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê Kongreya 1`emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” li hola navenda çandê ya li Reqayê li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger kongreya xwe ya yekemîn li Reqayê li dar xist
12 îlon, 2022   15:46
REQA

Bi sedan ciwanên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbc tev li kongreyê bûn. Di destpêka kongreyê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Ferhad Hesen got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2011`an de bi armanca xilaskirina ji dagirkeriyê dest pê kir. Ciwanan jî dest bi xwe birêxistinê kir li ser vê bingehê. Di sala dehan a şoreşê de, bi armanca tunekirina zulm û terorê bi hezaran şehîd û birîndar bûn qurban.”

Hesen wiha domand: “Niha hêza faşîst bi serkêşiya Erdogan û hevkarên wî, herêmên Zap, Metîna û Avaşînê topbaran dike û hewl dide berxwedana li wir tune bike. Lê em nahêlin ew armancên xwe pêk bîne.”

Hesen her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcan li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê didomîne, armanc jî guhertina demografiya herêmê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Lê ciwanan, şerê gel ê şoreşgerî ji têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk re kir bingeh, Bi saya hevgirtin û têkoşîna xwe, me mirov li herêmê vejand.”

Hesen di dawiyê de bang li ciwanan kir ku li ber xwe bidin û li hember timayên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Paşê sînevizyonek têkildarî kar û xebatên tevgerê û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê hat pêşandan.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku ji aliyê endama Meclisa Ciwanên Reqayê Buşra El Ehmed ve hat xwendin.

Encamname wiha ye:

Azadiya rêber Abdullah Ocalan bibe bingeha têkoşîna şoreşgerî ya ciwanan.

Parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan li herêmê hatine bidestxistin.

Avakirina hêzên cewherî li herêmê.

Şerê gel ê şoreşgerî bibe bingeha kar û xebatan.

Lidarxistina civînên asayî û pêkanîna encamên wê di pratîkê de.

Lidarxistina semîneran têkildarî narkotîkê û koçberiyê.

Li dijî dagirkerî û xiyanetê lidarxistina hemleyan li ser medya dijîtal.

Belavkirina belavokan li ser xiyanet û dagirkeriyê li hemû herêman.

(dm)

ANHA