Li Derayê 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gundewarê rojavayê Derayê mayînek bi wesayîteke leşkerî ya girêdayî “Şaxê Ewlehiya Leşkerî" de teqiya. Di encamê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li Derayê 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
12 îlon, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li bajarokê Mizêrîb ê rojavayê Derayê mayînek bi wesayîteke leşkerî ya "Şaxê Ewlehiya Leşkerî" ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di encamê de 4 endamên hikumeta Şamê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku hikumeta Şamê li bajarê Derayê "Lihevhatinan" pêk anîn, bûyerên kuştin û sûîqastkirinê li bajêr zêde bûn. Ev jî binkeftina lihevhatinên ku hikumeta Şamê pêk anîne nîşan dide.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibînin ku "Lihevhatin" çiqas dirêj bikin jî, çareseriyê peyda nakin ji ber ku ew di bingeh de sedemên nakokiyên di navbera hikumeta Şamê û gel de çareser nakin.

Li gor belgeyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 376 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 316 kes hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlekariyê û endamên "Lihevhatinan" in.

(hs)