​​​​​​​Li Kobanê tecrîda li ser rêber Ocalan hate şermezarkirin

Li dijî tecrîda giran a dewleta Tirk a li ser rêber Abdullah Ocalan şêniyên Kobanê xwepêşandanek li dar xist.

​​​​​​​Li Kobanê tecrîda li ser rêber Ocalan hate şermezarkirin
12 îlon, 2022   11:50
KOBANÊ

Bi dirûşma "Li dijî tecrîd, îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" îro şêniyên Kobanê xwepêşandanek li dar xist. Beşdar li kolanên navçeya Qenaye ya Kobanê geriyan.

Li kolana sereke ya navçeyê xwepêşandan veguherî mîtingê û li wir endamê rêveberiya Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kobanê Hîlal Elî axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hîlal destnîşan kir ku desthilata Tirk di dûrxistina gel ji rêber Abdullah Ocalan de bi ser neket û şopandina fikir û felsefeya wî dê berdewam bike. Her wiha dê gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kar û xebatê bike.

Mîtîng bi sloganên "Bijî rêber Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysel di 7`ê Tebaxê de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.

(eh)

ANHA