Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê

Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê îro li bajêr pêşangeheke şêwekariyê li dar xist ku tê de berhemên hunermend Xezne Ebûd tên pêşandan.

Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
Li Hesekê pêşangeha şêwekariyê
12 îlon, 2022   10:10
HESEKÊ

Îro bi beşdariya bi dehan şêniyên Hesekê û bi navê ‘Afirînerî û Reng’ Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê pêşangeheke berhemên şêwekar Xeznê Ebûd vekir.

Li pêşangehê gelek berhem û derdora 30 peyker tên pêşandan.

Şêwekar Xezne Ebûd da zanîn ku ev berhem cara yekemîn tên pêşandan û ji ajansa me re wiha axivî: “Ez 3 mehan bê navber li ser van xebitîm. Min xwest bi rêya vê xebatê balê bikişînim ser rola jinan di hemû qadan de û hêza wan ku bi vîna xwe ya xurt li pêşberî hemû astengiyan disekinin."

Xezne Ebûd bal kişand ser alavên di karên xwe de bi kar anîne jî û got: "Min madeyên sereke wekî karton, felîn, rojname û rengên bingehîn bi kar anîn.”

Li gorî Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê, pêşangeh îro bi dawî dibe.

(eh)

ANHA