​​​​​​​Li Kampa Waşûkanî teqîn- HATE NÛKIRIN

Beriya çend kêliyan li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin teqînekê rû da.

​​​​​​​Li Kampa Waşûkanî teqîn- HATE NÛKIRIN
12 îlon, 2022   10:07
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Hesekê ragihand ku li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê lê dimînin, teqînek pêk hatiye.

Li gorî şahidan û hevserokê Kampa Waşûkanî Ela Cemîl, teqîn di encama teqandina motorsklêtekê li rojavayê kampê pêk hatiye.

Ta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedane.

(cx)

ANHA