Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş

Şêniyên navçeya Til Birakê sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş ê ku di Pêngava Mirov û Ewlehiyê de li kampa Holê şehîd bûbû.

Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
Şêniyên Til Birak sersaxî dan malbata şehîd Samir Berxeş
11 îlon, 2022   19:19
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birak, Meclisa  Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl çûn gundê Şîhe yê rojavayê navçeyê û sersaxî ji malbata şehîd Samir Berxeş re xwest.

Di merasîma sersaxiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Şuca El Hasir axivî û got: “Em bi şehadeta şehîdên xwe serbilind in ku ji bo parastina ax û welatê xwe canê xwe feda kir.”

Piştre endama Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Efaf El Salih axivî û got: “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdên xwe ditewînin ku canê xwe yê pak feda kir û bi xwîna xwe ya bêhna azadiyê jê tê, axa vî welatî av da.”

Di merasîma sersaxiyê de, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî jî axivîn, rola şehadetê û şehîdan silav kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Şehîd Samir Berxeş şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû û di 8`ê Îlonê de di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Hol şehîd bû.

(dm)

ANHA