Li Zapê gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê li dagirkerên Tirk xist. Di çalakiyan de yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkerên cezakirî di bin kontorla gerîlayan de ne.

Li Zapê gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin
11 îlon, 2022   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gor ANF`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên HPG’ê, gerîlayan li Qada Girê Cûdî ya herêma Zapê çalakiyên bi bandor li dar xistine û di encamê de yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin.

Hat diyarkirin ku cenazeyên dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne û şer hîna berdewam in.