​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû

Festîvala 7`an a Zarokan îro bi pêşandana gelek berhemên hunerî ji aliyê 24 koman ve bi dawî bû.

​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala 7`an a Zarokan bi dawî bû
11 îlon, 2022   15:42
QAMIŞLO

Duh li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo, Festîvala 7`an a Zarokan dest pê kir. Tê de 24 komên hunerî berhemên xwe mîna stran, govend û şano pêşandan.

Di roja yekemîn a festîvalê de bi sedan şênî û zarokên navçeya Girkê Legê û bajarokê li berhemên komên beşdar temaşe kirin.

Di roja duyem û dawîn a festîvalê de, komên Girbawî, Kulîlkên Rojava, Avaşîn, Zarokên Şehîdan, Zihûr El Selam, Kulîlkên Kurdistanê û Berava Çiya, komên zarokên Til Hemîs û Enzî berhemên xwe weke stran û govend pêşandan.

Her wiha komên Jînda, Hewlêr û Kevana Zêrîn şano pêşandan.

Di dawiya festîvalê de zarokan xelekên govendê gerandin.

(dm)

ANHA