Misteşarê MÎT`ê bi aliyên Iraqê re civiya

Hate îdîakirin ku misteşarê MÎT’a Tirk ji derveyî aliyên Sûne, bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih û serokwezîr Mistefa Kazimî û rayedarên Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin kiriye. Hate ragihandin ku Fîdan li gel çend dosyayên cûda mijara dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê jî gotûbêj kiriye û ji aliyên Iraqê piştgiriyeke zêdetir xwestiye.

Misteşarê MÎT`ê bi aliyên Iraqê re civiya
11 îlon, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Iraq’ê û Başûrê Kurdistanê misteşarê MÎT’ê li gel şandeyekê serdana Iraqê kiriye. Li gorî nûçeyekê ku di medya de belav bû, Fîdan li gel aliyên Sûne hevdîtin kiriye û vêya jî ji çapemeniyê ne veşartiye.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ne tenê li gel aliyên Sunî li gel gelek rayedarên din yên Iraqî jî hevdîtin pêk aniye. Hate gotin ku Fîdan li gel serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Mistefa Kazimî jî li Bexdayê hevdîtin pêk aniye.

Her wiha hate zanîn, Hakan Fîdan li gel wezîrê karên derve ya Iraqê Fûad Hisên yê PDK’yî û hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin pêk aniye. Lê agahiyên zelal der barê hevdîtinên li gel rayedarên Başûrê Kurdistanê de bi dest neketin.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine yek ji mijara sereke ya hevdîtinê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bûye. Hate gotin, îstixbarata Tirk ji aliyên Iraqî û Başûrê Kurdistanê re ragihandiye ew ê di êrîşên dagirkeriyê de berdewam bin û ji bo vêya jî piştgiriyeke zêdetir xwestiye!

Di vê demê de nakokî û şerekî dijwar li ser avakirina hikumeta nû ya Iraqê, hilbijartina serokwezîr û serokkomarê ıraqê heye. Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinê de ev mijar jî hatibin gotûbêjkirin.

Lê ne hate zanîn ku Berhem Salih û Kazimî li beramber van daxwazên MÎT’a Tirk çi bersiv dane.