Li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê yekemîn laboratûwara analîzkirina xwarin û avê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn laboratûwara analîzekirina madeyên xwarin û avê vekir.

Li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê yekemîn laboratûwara analîzkirina xwarin û avê
11 îlon, 2022   12:43
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê laboratûwar li bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de bi dehan kesên têkildar, şêniyên Hesekê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser; Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan amade bûn.

Rêveberiya Xweser bi rêya laboratûwara ku ji aliyê Desteya Çandinî û Avê  ve tê birêvebirin, hewl dide madeyên xwarin û avê analîze bike, da ku kalîteya berhemên xwarinê bilind bike. Ev laboratûwar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e ku ji 4 salan ve xebat ji bo vekirina wê tê kirin.

Laboratûwar ji du beşan pêk tê; yek a analîzekirina madeyên xwarinê ye û ya din a analîzekirina avê û semadê ye.

Li gorî çavdêrên laboratûwarê, Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina laboratûwara analîzekirina dermanên mirovî û beyterî û DNA’yê dike.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan deriyê laboratûwarê vekir û beşdar li hundir geriyan.

(fr)

ANHA