​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê planên wan yên valakirina Şengalê pêk neyên!

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişa dijî YBŞ’ê ya li gundê Behreva ya ser bi Xanesorê ve daxuyakirin, êriş hemwextê serdana Misteşarê MÎT’ê ya ji bo Iraqê çêbûye û wiha hate gotin: ”Êrîşên dijî Şengalê bi hevpariya Iraq-PDK û Tirkiye pêk tên. Armanc valakirina Şengalê ye, lê wê ev xeyalên wan pêk neyên.”

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê planên wan yên valakirina Şengalê pêk neyên!
11 îlon, 2022   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk li gundê Behreva ya ser bi Xanesorê li ber baregeha artêş Tirk bombe li wesayîteke YBŞ’ê barand, lê di êrîşê de ti zirar negihaşt şervanên YBŞ`ê.

Li ser êrîşên sîstematîk yên li ser Şengalê Rêveberiya Xweser ya Şengalê ya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya taybet ya PDK-Tirkiye û Iraq’ê ya dijî Şengalê têkirin û wiha têgotin: “Di vê dema dawî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê her diçe zêdetir dibe. PDK jî bi şerekî taybet hewl dide bi van êrîşan gel ji Şengalê koç bikin. Ji bo valakirina Şengalê PDK- Iraq û Tirkiye planeke hevbeş dişopînin.”

Li ser êrîşa îro jî Rêveberiya Xweser îşaret bi serdana misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê jî dike û tê gotin: “Di çarçoveya van planan de îro jî li gundê Behrava ya ser bi Xanesorê êrîşeke hewayî dijî wesayîteke hêzên me yên YBŞ’ê pêkhat. Ev êrîş li ber baregaha Artêşa Iraqê ya li herêmê pêkhatiye û balkêşe hemwextê wê Serokê Îstîxbarata MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan jî li Bexdayêbû. Ev helwesta hikûmeta Iraqê gûmanan çêdike û dide nîşandan ku hevkariyê bi dijmin re dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin, wê ev planên qirkirina Êzîdiyan neçe serî û ev peyam hate dayîn: “Çawa heya niha qirkirina Êzîdiyan pêk ne hatiye û li dijî wêya berxwedan pêş ketiye, em ê ji vêya şûnve jî li ser axa xwe li dijî hemû êrîş û planan têbikoşin,  Şengalê vale nekin û xeyalên wan vala derbixin.”