QSD: Îdiayên Tirkiyê yên şehîdxistina 12 şervanên me ne rast in

Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdxistina 12 şervanên wan di 4 rojên dawîn de, derewandin.

QSD: Îdiayên Tirkiyê yên şehîdxistina 12 şervanên me ne rast in
11 îlon, 2022   12:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navneda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya belav kir, tê de îdiyaên Tirkiyê yên têkildarî şehîdxistina 12 şervanên wan derewandin.

Di Twitta QSD`ê tê gotin: “Wezareta Berevanîyê a dewleta Tirk a dagirker, li rojên 8, 9, 10 û 11'ê Îlonê daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her çar rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”

(cx)