Ji ber siyasetên nijadperestiyê penaberên Sûriyê ji Tirkiyê direvin

Ji ber siyasetên nijadperestî û binpêkirinên mafan, hejmareke mezin a penaberên Sûriyê yên ku bûne alavek di destê partiyên serdest ên li Tirkiyê de, dixwazin ji Tirkiyê birevin.

Ji ber siyasetên nijadperestiyê penaberên Sûriyê ji Tirkiyê direvin
11 îlon, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê gotarek bi navê "Nijadperestî û provokasyon penberên Sûriyê neçar dikin ku ji Tirkiyeyê birevin Ewropayê" weşand.

Di gotarê de tê gotin, ji ber nijadperestî, provaksyonên çapemeniyê û binpêkirinên mafên, gelek penaberên Sûriyê bi "Karwanên mezin" xwe amade dikin ku ji Tirkiyê birevin.

Her wiha hate gotin "Ji destpêka krîza Sûriyê ya 2011’an ve, Tirkiyê bi milyonan penaberên sûrî pêşwaz kir. Di 2015’an de nêzî milyonek penaber ji Tirkiyê di rêya deryayî û bejahiyê de ber bi Yewnanistanê ve bûn û piştre bi rêya Sirbistanê ber bi Mecaristan û Almanyayê ve ketin rê."

Di beşeke din a gotarê de hate diyarkirin ku penaberên sûrî yên li Tirkiyê rastî nijadperestiyê hatin û hikumeta Tirkiyê wan ji bo pêkanîna krîzekê bi Yewnanistanê re an jî weke çete bi kar anîn.  Hate gotin ku AKP’ê sûrî weke çete ji bo şerê li Lîbyayê, Ermenistanê û li dijî kurdan bi kar anî.

Her wiha bal hat kişandin ser vê yekê ku Enqere di gelek rewşan de soz da penaberên sûrî ku wan vegerîne û li herêmên kurdan mîna Efrîn bi cih bike û penaberên Ereb ên sûrî ji bo guhartina demografîk bi kar bîne.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku ji ber hêrsa dewleta Tirk a li hemberî rexneyên Ewropa yên ji ber binpêkirinên wê yên li Sûriyê di Adara 2020’an de, dewleta Tirk sînorê xwe yê bi ser Yewnanistanê ve vekir û hewl da penaberan neçar bike derbasî Yewnanistanê bibin. Bi wê re penaberan zanî ku ew careke din asê mane.

Di beşekî din de hate gotin, li gorî raporeke nûçeyan, çalakgerên li ser medyaya civakî xwest beşdarî karwanê bibin ku armanc dike di çend rojên bê de bi hejmareke mezin ji Tirkiyê ber bi Ewropa ve biçin û temxîn hene ku hejmara zêde bibe.

Di gotarê de behsa siyasetên nijadperest ên li Tirkiyê hate kirin û ev tişt hat diyarkirin "Çalakgeran da zanîn ku sûriyên li Tirkiyê li hember nijadperestiyeke zêde rû bi rû ne û bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dezgehên çapemeniyê kirin ku piştgiriya wan di hêsankirina veguhastina karwana mirovî ber bi Yekitiya Ewropayê ve bikin. Li gorî raporan, hejmara kesên dixwazin tev li komên ku derkevin bibin digihîne bi hezaran."

Her wiha hate destnîşankirin ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji ber bê îstîqrariya siyasî û qirkirina komî ya li dijî pêkhateyan mîna êzidiyan ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve di 2014 – 2015’an de kurdan jî hewl da ber bi vê rêyê ve biçin. Her wiha hate gotin, zordariya DAIŞ’ê hişt ku bi milyonan welatî ji ber şerê li Iraq û Sûriyê ber bi Ewropayê ve biçin. Ew jî ji ber li welatên din baş nedihatin pêşwazkirin.

Di gotarê de îşaret bi vê yekê jî hate kirin "Yek ji rojnamegeran li ser twîtterê wiha nivîsibû: Ez ditirsim ku karwana ronahiyê veguhere rûpeleke tarî. Frontex  (Saziya parastina sînor a Yekitiya Ewropayê) rewşên debarê yên tevlihev ya li Sûriyê paşguh dike û nijadperestiya li Tirkiyê ya li dijî sûriyan an jî pêkanîna têkiliyên normîlîzakirina bi Esed re nanêre."

Di gotara rojnameyê hate diyarkirin ku hejmara kesên dixwazin tev li van karwanan bibin ne diyar e "gelo hikumeta Tirkiyê welatiyan teşwîq dike ku ber bi Yewnanistanê ve koçber bibin. Her wiha Enqere berê penaber ji bo pêkanîna krîzê bi kar anî. Ji wê zêdetir dê gefên Enqere yên pêkanîna êrişên nû li dijî Sûriyê dibin sedema pêleke nû ya koçberiyê."

(fr)