​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Girkê Legê hatin şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo hatin şermezarkirin.

​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Girkê Legê hatin şermezarkirin
10 îlon, 2022   18:13
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2022/09/10/180009_2022-09-10-girke-mese-ciwane-28429.webp

Meş ji qada Şehîd Xebat a Girkê Legê ber bi qada Azadî ve dest pê kir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li qada Azadî veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre enadma rêveber  a Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Evîn Îbrahîm axivî.

Evîn got:"Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriyê didin berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana QSD'ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk şerê gelê me dike da ku projeya me ya demokratîk têk bibe."

Mîtîng bi diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

ANHA