Şêniyên Tebqayê piştgirî da Operasyona Sondê û Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Şêniyên Tebqayê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û Operasyona Sondê silav kir û piştgiriya xwe bi hêzên ewlehî û leşkerî re anî ziman. Her wiha xemsariya civata navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan şermezar kirin.

Şêniyên Tebqayê piştgirî da Operasyona Sondê û Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
7 îlon, 2022   03:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê di 25'ê Tebaxê de li kampa Holê ragihand, berdewam dike. Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye ku zêdetirî 25 kes (Koçberên ji Sûriyê, penaberên ji Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ'ê) dihewîne. Ev pêngav piştî zêdebûna sûcan û çalakiyên terorî ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ve, li kampê hate ragihandin ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 40 sûc pêk anîne.

/kr/uploads/files/2022/09/06/200344_-2.webp

Şêniyên Tebqayê piştgirî da pêngavê. Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Mûtez El Sûdan got ji ber xemseriya civata navneteweyî û tunebûna plana çareserkirina pirsgirêka kampa Holê, Rêveberiya Xweser û QSD`ê qonaxa duyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand da ku niştecihên kampê biparêze û hesab ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bixwaze.

El Sûdan got girîngiya xebatên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê di rojên destpêkê yên  pêngavê de xuya bû ku gelek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin, her wiha xendek, belge, pere û alavên peywendiyan ên ku ji bo sûc û qetilkirinan bi kar dianîn, dîtin.

El Sûdan diyar kir ku Rêveberiya Xweser pabendî peyman û pîvanên mafên mirovan e. El Sûdan îşaret bi girîngiya piştgiriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû gef û êrişan kir û got: "Divê hêzên aktîf û dadgehên navneteweyî erkên xwe bi cih bînin û li gorî benda 7`an a peymana Neteweyên Yekbûyî hemû niştecihên li kampa Holê vegerînin welatên wan, her wiha divê dadgeheke cezayan a navneteweyî ava bikin da ku hesab ji hemû kesên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de heye, bixwaze."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊNGAVA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ '

/kr/uploads/files/2022/09/06/200211_-.webp

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeza El Hisên jî der barê mijarê de got: "Ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya kampa Holê, parastina îstiqrara herêmê û bidawîkirina fikrên tundraw, nexasim ên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê, hêzên me Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihand."

Şeza El Hisên wiha axaftina xwe dewam kir: "Em civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn piştgiriya xwe ji Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re destnîşan dikin û soz didin ku em ê bi hêzên xwe re li dijî kesên hewl didin ewlehiya gelê me tevlihev bikin, bisekinin."

/kr/uploads/files/2022/09/06/200317_-.webp

Nivîskar Mehmûd El Îsa yê ji Tebqayê jî anî ziman ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pir girîng e da ku dewleta Tirk a dagirker nekare destekê bide şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku bi hemû rêbazan hewl didin kiryarên sûcdar dewam bike û fikrên tundraw li kampê belav bikin.

Mehmûd El Îsa bang li civata navneteweyî kir ku piştiriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bike da ku dawî li kiryarên sûcdar û fikrên tundraw werin ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê hewl didin li kampê belav bikin.

'GAVEKE BAŞ E KU OPERASYONA SONDÊ DEWAM DIKE'

/kr/uploads/files/2022/09/06/200239_-.webp

Bavê şehîd Îbrahîm El Şêx, Mihemed Şêx ê ji Tebqayê diyar kir ku ew bi Operasyona Sondê re ku QSD`ê li dijî sîxuran ragihandiye û wiha dom da axaftina xwe: "Ev operasyon gelekî girîng e, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kesên hewl didin ewlehî û îstiqrara wê tevlihev bikin û kesên ku hewl didin projeya wê ya neteweya demokratîk komployan têk bibin, paqij dike. Ya baş, ev operasyon dewam dike û di demeke kin de encamên baş bi dest xistin, gelek ajan û xayîn hatin girtin. Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê piştgiriya xwe bi hêzên xwe re berdewam bikin."

Mihemed El Şêx bang li QSD`ê kir ku li dijî sîxuran cezayên herî giran bibirin.

/kr/uploads/files/2022/09/06/200122_-.webp

Dayika şehîd Yehya El Şiêb, Xewla El Şêb ev tişt anî ziman: "Bi navê xwe û bi navê dayikên şehîdan diaxivim ku li dijî sîxur û ajanên ku ji bo berjewendiyên hêzên derve şerê ewlehî û jiyana me ya hevbeş dikin, tundtirîn cezayan bibirin."

Xewla El Şêb da zanîn ku hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê bidin hêzên ku şerê terorê û ajanan dikin û û bi israr in cezayên giran li sûcdaran werin birîn da ku ji yên din re jî bibe ders.

/kr/uploads/files/2022/09/06/200259_-.webp

Bavê şehîd Îbrahîm El Şamî, Mehmûd El Şamî ev bang kir: "Em bi hêvî ne ajan û sîxurên ku bûn sedema qetilkirina kesên bêguneh werin dadgehkirin, da ku destkeftiyên me werin parastin û îstiqrara jiyana me were mîsogerkirin."

El Şamî piştgiriya xwe bi QSD'ê re di Operasyona Sondê re anî ziman û wiha axaftina xwe dewam kir: "Heta ku xaka me ji hemû hevkarên dewleta Tirk û dewletên hewl didin aştiya me ya navxweyî têk bibin, were paqijkirin,  em ê heta dawiyê piştevanên QSD`ê bikin."

/kr/uploads/files/2022/09/06/200100_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Edullah jî got, ev pêngav girîng e nexasim piştî ku şaneyên veşartî li kampa Holê derketin ku sûcan li dijî niştecihên wê pêk tînin.

Ebdullah anî ziman ku di hemû waran de ew piştevanên QSD`ê ne û got, ew ê di oxira parastina ewlehî û îstiqrara herêmê de, berdêlên giran bidin.

/kr/uploads/files/2022/09/06/200148_-.webp

Welatiya bi navê Rexed El Elî jî diyar kir ku pêngavên wiha ji bo têkbirina çete û şaneyên veşartî yên ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk dibin, pir girîng in.

Rexed El Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Xetereya DAIŞ`ê hîn bi dawî nebûye, gelek aliyên girêdayî ajanên cuda hene ku hewl didin bi hemû rêbazan îstiqrara herêmê têk bibin. Lewma piştî serçeteyên ku çalakiyên şaneyên li wir bi rêve dibin werin girtin dê ev pêngav bandoreke erênî li herêmê bike."

Rexed El Elî spasiya hêzên ewlehiyê kir ku bi hemû derfetên xwe parastina ewlehî û îstiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û got: "Em gel em ê ji bo hêzên xwe bibin bendên asê û bersiva hemû gefên li ser herêmên xwe bidin."

 (eh)

ANHA