Fîlima “Dema Dirîreşkan” li Qamişlo hate pêşandan

Fîlmê “Dema Dirîreşkan” saet di 19:00`ê de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan şêniyên Qamişlo hate pêşandan.

Fîlima “Dema Dirîreşkan” li Qamişlo hate pêşandan
6 îlon, 2022   19:55
QAMIŞLO

Nivîskarê çîroka fîlma “Dema Dirîreşkan” Murat Turk got: Ev çîroka gerîlayekî Tevgera Azadiyê ku di sala 1995’an de li herêma Bingolê li çiyayê Şeytan hatiye jiyankirin. Cara yekem fîlm ji aliyê derhêner Haşim Aydemir ve hatiye çêkirin.”

 Alîkarê derhîner Nûman Yiğit got: “Filmê me yê bi navê Dema Dirîreşkan bi derhêneriya Haşim Aydemir sala 2017’an hate kişandin, her wiha derhêneriya fîlmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîna Fîlm a Rojava wek helwestekê li hember astengkirina nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê”, fîlmê “Dema Dirîreşkan” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê kişandibû. Lê filmê xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirtibû.

Ekîba fîlmê xelat red kiribû û gotibû: “Em ji ber astengkirina pêşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”

Beriya fîlm were pêşandan alîkarê derhêner Haşim Aydemir, Nûman Yiğit der barê fîlim de wiha nêrîna xwe anî li ser ziman: “Senarîstê film Erol Balci niha di girtigeha dewleta Tirk a dagirker de girtiye. Di heman demê de nivîskarê pirtûka bi navê “Dema Dirîreşkan” Murat Turk ew bi xwe jî nêzî 30 salan e li Izmîrê di girtîgeha bi navê Şakiranê de ye. Fîlm bi xwe ji pirtûka bi navê “Dema Dirîreşkan” hatiye wergirtin. Di dawiya 2017’an de li herêma Pêncewînê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de bi alîkariya gelê wergeha şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) û Kampa Roj ya koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dimînin ve hatiye kişandin. Em li vir silavên xwe ji wan re dişînin.”

Nûman Yiğit, wiha berdewamî da axivitina xwe: “Fîlm li ser rêwitiya komeke gerîla ye ku li herêma Bingolê di sala 1995’an de hatiye jiyîn. Di vê rêwîtiyê de qala berxwedana şervanekê ku 30 salî ye bi felsefeya “pariyek nan û gulmekekê” ve jiyaye, bi birîndariya xwe bi rojan dimeşe mîna dewrêşekî ku pêşengiya gelê xwe dike. Di çavê şervanên azadiyê de ku bi rewşa birîndar ewqas rê, di çavê şervan de rastiya gel, çawa welatparêzî û xayin di xaka Kurdistanê de dijîn. Di heman demê de lêgerîna hevaltiyê û girêdana hevaltiya rihê PKK’ê tê dîtin. Mîna Rêber Apo dibêje: ‘Hevalê hevalê xwe bûyîn, ji rastiya hevaltiyê par girtine.’ Di esas de şervanê me yê ku rolê serek dileyîze ji rastiya hevaltiya xwe par girtiye, ji bo lêgerîna hevaltiyê ruxmî birîndariyê jî ketiye rêyeke dûr û dirêj. Bi vî awayî dixwaze xwe bigihîne armancê xwe û hevalên xwe.”

Alîkarê derhêner Nûman Yiğit wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vî esasî bi rêya vê filmê em hemû şervan û gerîlayên xwe silav dikin û gerîlayên ku şehîd bûne jî di vê rêya pîroz de jî bi bîr tînin. Di heman wextê de kesên ku niha li vir amade ne ku fîlim temaşe bikin silav dikin.”

Filim bi dirûşma “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku fîlma “Koçberî” li Kobanê û fîlam “Berbû” li Dêrikê hatin pêşandin.

(dg)

ANHA