Lihevkirina Edeneyê: Sûriye teslîm bû, bingeha dagirkeriyê ava bû

 Di 1998’an de 11 rojan piştî destpêkirina Komploya Navneteweyî Lihevkirina Edeneyê hat îmzekirin û di sala 2011'an de 20 rojan beriya serhildanên li Sûriyê hat nûkirin. Vê lihevkirinê di 2019'an de rê li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî vekir û  niha jî hewl didin ji bo êrişên dagirkeriyê bi kar bînin.

Lihevkirina Edeneyê: Sûriye teslîm bû, bingeha dagirkeriyê ava bû
27 tebax, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û ji bo dagirkeriyeke nû gefan li herêmê dixwe. Lihevkirina Edeneyê jî ji bo vê yekê dike palpişt. Lihevkirina Edeneyê ku bi êrişên dagirkeriyê yên Serêkaniyê û Girê Spî re sala 2019'an ji nû ve kete rojevê, ji bo rewakirina êrişeke nû ya muhtemel, dîsa kete rojevê.

Lihevkirina Edeneyê çi ye, çima Sûriyê îmze kir û piştî wê çi çêbû? Em di dosyaya xwe de li bersiva van pirsan bigerin.  

Di 20’ê Cotmeha 1998’an de, li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê di navbera şandeyên dewleta Sûriyê-Tirkiyê de ku ji cîgirê sekreterê giştî yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Ugur Ziyal û generalê ji Sûriyê Ednan Bedir El Hesen de hat îmzekirin. Di wê demê de Hafiz Esad serokê Sûriyê bû, Suleyman Demîrel serokkomarê Tirkiyê bû, Mesut Yilmaz serokwezîr û Îsmaîl Cem wezîrê karên derve yê Tirkiyê bû. Ev lihevkirin piştî ku têkiliyên Tirkiye û Sûriyê xirab bûn, serokê wê demê yê Amerîkayê Bill Clinton ket navberê û Tirkiye û Sûriye li gel rola serokê Misirê Husnî Mubarek û wezîrê karên derve yê Îranê Kamal Harrazî anîn cem hev û lihevkirin çêkirin.

Ji ber ku dûrahiya Edeneyê ji paytexta Tirkiyê û paytexta Sûriyê re heman bû, lihevkirin lê çêbû.

SÛRIYÊ ÇIMA ÎMZE KIR?

Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna hebûna rêber Abdullah Ocalan ku 20 salan li Sûriyê maye, gef li hikumeta Sûriyê xwar û li ser xeta sînorê Sûriyê tetbîkatên leşkerî kirin. Sûriyê xwe li ber gefên dewleta Tirk, zextên Misir, DYA, Brîtanya û Îsraîlê û di hundir de jî li ber zextên general û burokrasiyê negirt û ev lihevkirina radestbûnê îmze kir. Bi vê lihevkirinê re sînorên Sûriyê jî bûn mijara nîqaşê. Wekî din, Lihevkirina Edeneyê di bicihanîna ‘Projeya Rojhilata Navîn a Berfirehkirî’ de qonaxeke girîng bû.

Rêber Abdullah Ocalan di wê demê gotibû "Ez naxwazim Sûriye ku 19 sal e mazûvaniyê ji min re dike, ji ber min di bin zextan de be. Ev yek dê bêrûmetî be." û di 9'ê Cotmeha 1998'an de neçar ma ji Sûriyê derkeve. Komploya Navneteweyî bi vî rengî dest pê kir. Tevî ku rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket jî, lihevkirin piştî 11 rojan hat îmzekirin. Bi Lihevkirina Edeneyê re Sûriyê vîna xwe radestî dewleta Tirk û alîgirên wê kir û dest pê kir li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dijminahî kir.

Rêber Abdullah Ocalan sedema îmzekirina Lihevkirina Edeneyê ji aliyê Sûriye ve, wiha dinirxîne: "Rêveberiya Ereb a Sûriyê tu carî nexwest şêweyekî têkiliyê bi rêbertiya PKK'ê re deyne ku ji awayê taktîk derbas bike. Her wiha serokatiya Hafiz Esed li ser nakokiya hegemonîk a di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de ava bûbû. Di qonaxeke krîtîk de ku bi têkçûna Yekitiya Sovyetê çêbû, nekarî tu têkiliyeke taktîk biparêze. Di ser min re -rêxistina PKK’ê- hevsengî bi Tirkiyê re çêdikir û hewl dida bersivekê bide gefên Komara Tirkiyê ku ji sla 1958’an ve dewam dikir û nêzîkatiya wê ya ji Îsraîlê re. Di vî warî de wek amûra guncaw rê li ber têkiliyeke taktîk a demdirêj a bi PKK'ê re vekir. Nayê xwestin ku bê dîtin ev têkilî dikare rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurdan veke, hewldanên rêveberiyên Tirk nekarîn bi bandor bin. Ev bîrxistina kurt jî nîşan dide ku Îsraîl hêza sereke bû ku ez ji Sûriyê derxistim. Bê guman zextên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê jî di vê de bi rolekê rabûne. Divê neyê jibîrkirin ku Îsraîlê beriya niha di salên 1950'yî de bi Tirkiyê re lihevkirinên veşartî çêkirin. Bi lihevkirineke din re ku cara duyemîn di sala 1996'an de di bi navê 'antî-terorê' hat îmzekirin, tifaqa antî PKK'ê ya DYA, Îsraîl û Komara Tirkiyê temam bû.”

DI LIHEVKIRINÊ DE ÇI HEBÛ?

Di lihevkirinê de ji 5 xalan pêk dihat, naskirina PKK'ê wek "rêxistineke terorê", girtina kampên perwerdeyê, qedandina xebatên wê yên rêxistinî û bazirganî, darizandin an jî radestkirina pêşengên dîl hatine girtin û pêşîgirtina li rêber Abdullah Ocalan ku di ser Sûriyê re neçe welatên din. Her wiha dihat xwestin ku ji bo tedbîrên diyarkirî xeta telefonê ya hevpar, komên xebatê û mekanîzmayên hevpar ên her du welatan bên avakirin.

Di metna lihevkirinê de tu hikum nîn e ku Tirkiye dikare heta 5 kîlometreyan bikeve nava sînorê Sûriyê. Lê li ser vê yekê şîrove hene ku ev mijara peymaneke veşartî ye.

Wezîrê karên derve yê wê demê Îsmaîl Cem di nivîsa agahdarkirinê de ku ji serokê Komîsyona Ewropayê Jacques Santer re şandibû ya di 22’yê Cotmeha 1998’an de, têkildarî pêveka çaran a Lihevkirina Edeneyê de wiha tê gotin: “Heke aliyê Sûriyê tedbîrên pêwîst ên di lihevkirinê de hatine diyarkirin û berpirsyariyên xwe yên der barê ewlehiyê de pêk neyne, maf dide Tirkiyê ku tedbîrên pêwîst ên di lihevkirinê de hatine diyarkirin bigire û berpirsyariyên xwe yên ji bo ewlehiyê heta 5 kîlometreyan ji xaka Sûriyê de pêk bîne.” Ji bilî vê di belgeyên fermî de der barê 5 km’yan de de tu agahî nîn in.

TEXRÎBATA LIHEVKIRINA NEREWA Û BETAL

Lihevkirina Edeneyê, piştî erêkirina hikumet an jî meclisan bû lihevkirineke di navbera dewletan de. Lewma ji aliyê hiqûqî ve ne derbasdar û betal tê dîtin. Her wiha, her çend hatibe îmzekirin jî, heta sala 2001’an bi awayekî fermî nekete meriyetê. Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk ê wê demê Ruştu Kazım Yucelen wê salê çû Sûriyê û bi wê re çêbû. Di wê serdanê de hate îmzekirin ku Lihevkirina Edeneyê bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.

Ji sala 1998’an ve Sûriyê di gelek mijaran de bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê gelek protokolên din îmze kirin. Di nava van de parvekirina îstîxbaratê û operasyonên hevpar ên li dijî PKK'ê jî hebûn. Bi Lihevkirina Edeneyê re Kurd rastî polîtîkayên zext û şîdetê hatin. Bi sedan Kurd hatin girtin, destgîrkirin û qetilkirin. Sûriyê dest bi xebitandina rêbazên dewleta Tirk kir û polîtîkaya asîmîlasyonê jî gur kir. Qedexeyên pîrozkirina rojên taybet ên Kurdan û yên li ser zimanê kurdî dest pê kirin. Kadroyên PKK'ê yên li Sûriyê hatin girtin, rastî îşkenceyên giran hatin û radestî dewleta Tirk hatin kirin. Di encama lihevkirinê de Îskenderûn ku di sala 1939'an de ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin, di sala 2004'an de ji nexşeya Sûriyê hat derxistin.

20 ROJAN PIŞTÎ DESTPÊKIRINA SERHILDANÊN LI SÛRIYÊ HATE NÛKIRIN

Lihevkirina Edeneyê ku ji aliyê hin siyasetmedaran ve wek girteka hevdîtinê û metneke nederbasdar tê nirxandin, dewleta Tirk hewl da nû bike.   

Di Cotmeha 2010'an de dewleta Tirk li ser tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û PYD'ê bi Sûriyê re peymaneke nû amade kir.  Di civîna "Hevkariya Stratejîk a Bilind" a li bajarê Lazkiye yê Sûriyê de, tevî wezîrê karên derve Ahmet Davutoglû, wezîrê karên hundir Beşîr Atalay û wezîrê parastinê Vecdî Gonul, 12 wezîrên dewleta Tirk amade bûn.

Peymana 'Konseya Hevkariya Stratejîk a Bilind' ku ji aliyê wezîrên hikumeta AKP'ê ve beriya muzakereyê hat amadekirin, ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Sûriyê Mûhammed Nacî Îtrî û serokwezîrê hikumeta Tirk Tayyîp Erdogan ve di 21'ê Kanûna 2010'an de di avahiya serokwezareiyê ya Tirkiyê de hat îmzekirin. Sûriyê bi dewleta Tirk re peymanek çêkir ku ji 11 xalan pêk dihat. Ev peyman dê 3 salan derbasdar bûye, di 26'ê Nîsana 2011'an de fermi bû. Yanî ev peyman piştî destpêkirina serhildanên 15’ê Adara 2011’an bi qasî 20 rojan ket meriyetê. Dewleta Tirk zemîneke wisa çêkir ku dikare yekser êrişî deskeftiyên gelê Kurd bike.

SÛRIYÊ DÎSA VÎNA XWE XIST DESTÊ DEWLETA TIRK

Li gorî vê peymanê, her du dewlet li dijî rêxistinên ku qaşo gefan li wan dixwin, bi taybetî jî PKK, dê tedbîran bigirin û pêşî li hemû çalakiyên wan bigirin. Dewletên Sûriye û Tirkiyê li hev kir ku destûrê nedin mayîn, lojîstîk, perwerde, veguhastin û çekan û ji bo operasyonên hevpar, radestkirina girtiyan û agahîwergirtinê, belge û parvekirina îstîxbaratê hevkariyê bikin.  Detayên têkildarî parvekirina îstîxbaratê ya navbera MÎT û Muxaberatê de jî hatin diyarkirin. Bi vê peymana li dijî îradeya gelên Sûriyê, Sûriyê dîsa vîna xwe xist destê dewleta Tirk.   

“Aliyên peymanê di dema pêwîst de dê derfetên operasyonên hevpar lêkolîn bikin.” Ev hevok ji bo rewakirina êriş û dagirkeriya   dewleta Tirk bû. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, dewleta Tirk bi sedan çete û cebilxane ji sînorên xwe derbasî Sûriyê kirin û bi dehan kampên çeteyan li ser sînor ava kirin.

BI ÊRIŞAN NEKARÎN PÊŞÎ LI ŞOREŞÊ BIGIRIN

Lê belê hikumeta Sûriyê di çarçoveya ewlekariyê de tu operasyon nekirin. Heta daxwazek jî nekir. Vê yekê eşkere kir ku lihevkirin li dijî kê hatiye kirin. Dîsa hedef Kurd û şoreşê bûn. Vê lihevkirinê armanc dikir ku hikumeta Şamê tesfiye bike û çeteyên ji aliyê dewleta Tirk û NATO'yê ve hatin xwedîkirin, dest bi êrişa li dijî Sûriyê kir. Di çarçoveya xeta sêyemîn a rêber Abdullah Ocalan de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi şoreşê kir, lê bûn hedefa yekser a çeteyên El Nusra û DAIŞ'ê. Tevî vê lihevkirinê û hemû êrişên ku rê li ber komkujiyan vekir jî, nekarîn pêşî li şoreşê bigirin.

Ev şoreşa jinan ku destketiya Kurdan û gelan e, bi dagirkirina bajarê  Cerablusê re sala 2016'an re yekser rastî êrişa dewleta Tirk hat. Ya ku DAIŞ’ê nekarî bike, vê carê jî dewleta Tirk xwest bi êrişên rasterast bike. Beriya her êrişeke dagirkeriyê, dewleta Tirk qala Lihevkirina Edeneyê kir. Bi vê yekê xwestin dagirkeriyê rewa bikin.

DAGIRKERÎ HATE ERÊKIRIN

Lihevkirina Edeneyê, beriya êrişên Serêkaniyê û Girê Spî, cara yekem di civîna Erdogan û Pûtîn de ku di 23'ê Çileyê de li Moskoyê pêk hat, careke din kete rojevê da ku bingeha lihevkirina dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re û li dijî destkeftiyên şoreşê ava bike. 9'ê Cotmeha 2019'an salvegera 21'ê ya Komploya Navdewletî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê sûcên herî hov pêk anîn û bi taybet bikaranîna çekên kîmyewî. Piştî êrişê di 22'yê Cotmeha 2019'an de Peyamana Soçiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate îmzekirin û bi vê peymanê Rûsyayê diyar kir ku ew ê pêkanîna Lihevkirina Edeneyê hêsan bike.  Hikumeta Şamê ji bo şopandina van êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka wê û dagirkeriyê, tevî ku gavek bi tenê jî neavêt, kêfxweş bû.  Lihevkirin ji bo dagirkirinê erêkirin bû.

Piştî ku li Soçiyê lihevkirin pêk hat, hate gotin ku dê êrişên dagirkeriyê bên rawestandin. Lê belê ji wê demê ve êrişên dagirkeriyê zêde dibin. Hat diyarkirin ku dewriyeya hevbeş a Tirkiye û Rûsyayê dê di hefteyê de 2 rojan li herêmên diyarkirî yên li ser xeta sînor heya 10 km'yan were meşandin, lê Rûsya dê rojane dewriyeyan bigerîne. Dewleta Tirk bi  taybetî  di dema bombebarana li herêmê de dewriyeyên xwe negerandin.

PIŞTÎ CIVÎNÊN SOÇÎ Û TEHRANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ku êrişên dagirkeriyê û sûcên wê têra wê nekir, ji sersalê ve gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê dixwe. Ji bo nixumandina êrişan, Lihevkirina Edeneyê derdixe pêş. Wekî sala 2019'an piştî civîna Tehranê ya Reîsî, Erdogan û Pûtîn a di 19'ê Tîrmeha 2022'yan de û hevdîtina Pûtîn-Erdogan ên li Soçiyê di 5'ê Tebaxa 2022'yan de jî mijarên nûkirina Lihevkirina Edeneyê û pêşxistina têkiliyên bi hikumeta Şamê re ji aliyê dewleta Tirk ve dest pê kirin. Piştî dan û standinên sêalî û dualî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş zêdetir bûn. QSD’ê jî dest pê kir ku li dijî van êrişan di çarçoveya xweparastinê de bersivê bide.

Tevî ku rasterast leşkerên hikumeta Şamê kirin hedef jî, bêdengiya Şamê didome. Hikumeta Şam bi berdewamî daxuyaniyan dide ku divê dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve, lê ev 7 sal e li dijî dewleta Tirk ku sînorên wê binpê dike tu gav neavêtine. Nemaze piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, hikumeta Şamê bi tenê daxuyaniyên biçûk li dijî dagirkeriyaxê dan.

Her wiha di 23'yê Tebaxê de di hevdîtina wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad de li Moskovê, Miqdad got "Hewldanên vekişandina leşkerên Tirk ji Sûriyê tekane rêya aramkirina rewşa Sûriyê ye. Em tu mercan ferz nakin, lê divê dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê re bi dawî bibe da ku têkilî vegerin." Gelo bi van daxuyaniyan tê xwestin ku dewleta Tirk bi gopalekî sêrdar ji herêmê bê derxistin? Dijminahiya hikumeta Şamê li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Lê belê gavên ku ji bo rawestandina dagirkeriyê bi Rêveberiya Destûra Bingehîn re bên avêtin, dikarin derfetên ku Tirkiyê ji sala 1998'an ve bi dest xistine, ji destê wê derxin.

Her wiha Lavrov li ser  amadekariyên Tirkiyê ji bo êrişekî nû ya dagirkeriyê got "Ya girîng ew e ku destûr ji çalakiyên leşkerî yên nû re neyê dayîn, li ser esasê rêgezên siyasî ku berê di têkiliyên Sûriye û Tirkiyê de hebûn, lihevkirinên bi rêya kanalên dîplomatîk pêk bên."  Rûsya û Îran hewl didin têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku ji sala 2011'an û vir ve xirab bûne, sererast bikin. Bingeha vê yekê li Tehranê hate danîn.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Tehranê amade bû. Sedema çûyîna wî daxuyaniyên zelal tune bûn lê hin îdia hebûn ku bi rayedarên Tirk re hevdîtin kirine. Gava yekemîn a nêzîkkirina dewleta Tirk û hikumeta Şamê bû. Aliyê hevpar ê hikumeta Şamê û dewleta Tirk dijminahiya Rêveberiya Xweser e. Hêzên ku li dijî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûne yek, dixwazin Lihevkirina Edeneyê ji nû ve aktîf bikin. Di demeke wiha de gel li dijî êrişan ji bo xweparastinê biryardariya xwe didomînin. Baş e hikumeta Şamê ji sala 2011'an ve bi çi awayî 'feyde' ji vê vê lihevkirinê bi dest xistiye?

LI DIJÎ ÊRIŞEKE NÛ YA DAGIRKERIYÊ AMADEKARIYÊN BERFIREH

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe li dijî hemû lihevkirinên êrişkar û dagirkeriyê bi seferberiyê re ku di 6'ê Hezîranê îlan kir, didomîne. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dibin, dibêjin bi tecrubeya ku ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê wergirtine dê derba herî mezin li êrişkaran bidin.

Wek encam; diyar dibe ku çarenûsa hikumeta Şamê ku ji sala 1998'an ve ketiye destê hêzên hegemon û çarenûsa şerê Sûriyê dê bi berxwedana domdar a gelên herêmê ji bo afirandina Sûriyeke demokratîk diyar bibe.

ANHA