Rojnameyên erebî: Fermandarek û endamên komên herêmî li Derayê hatin kuştin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa kuştina fermandarekî û endamên komên çekdar ên herêmî li Derayê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û krîza Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Fermandarek û endamên komên herêmî li Derayê hatin kuştin
27 tebax, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI ROJAVAYÊ DERAYÊ FERMANDAREK Û ENDAMÊN KOMÊN HERÊMÎ HATIN KUŞTIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Welatiyên bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê duh qurbaniyên kemîna hedefgirtina fermandar û endamên komên herêmî yên ji bajarokê Yadode oxir kirin. Li rojavayê Derayê gelek fermandar û komên herêmî rastî sûîqastkirinê hatin, di encamê de fermandar Xeldon Bedêwî El Zuxbî û 4 endamên komên herêmî yên ji Tefesê ku pê re bûn, hatin kuştin û fermandar Mihemed Cadullah El Zuxbî birîndar bû û endamekî din ji Yadodeyê hate kuştin. Ev kes ji hêla kesên nenas ve li nêzî herêma Dahiye ya Dera Mihete li ser rêya Meftere ya di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de hatin kuştin û birîndar bûn."

‘SEDR ZEXTÊN LI SER DADWERIYÊ ZÊDE DIKE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Tevgera Sedr zextên xwe li ser dadweriya Iraqê bi nêzbûna soza ragihandina Dadgeha Federal a Bilind a biryara xwe ya banga hilweşandina parlamentoyê re zêde dike.

Tê payîn dadgeha ku desteya dadweriyê ya herî bilind li Iraqê ye, sêşema bê rûniştina bi vexwendina ji sekreterê giştî ya Tevgera Sedr Nesar El Rebîî de, li dar bixe.

Di naveroka vexwendinê de tê gotin ku parlamento hilweşe û serokkomar neçar bikin ku soza lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê li gorî hin qanûnên destûrê diyar bike.

Li Iraqê, ji Cotmeha par ve, di navbera komên şîe de krîza siyasî heye, bi wê re serokkomar nehat hilbijartin û hikumeta nû nehat avakirin.

Çavdêr dibînin ku dê biryara ji Dadgeha Federal ve bendewar e guhartineke mezin di nakokiya hundirîn a niha de çêke. Lê ger dadgehê biryar red kir, dê Tevgera Sedr xwepêşandanên li kolanan zêde bike û dê ev yek jî bi xwe re rageşiyê li hember aliyê din bîne.

Li hemberî wê yekê, qebûlkirina vexwendnameyê, dê bihêle hêzên tundraw ên di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de, di serî de jî serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî û serokê Esaib Ehlulheq Qeys Xezelî tedbîrên rageşiyê bilind bikin û dê zextê li dadweriyê bi hinceta redkirina biryardayînê, bikin."

'LI DERDORA TERABLUSÊ KOMÊN GIRÊDAYÎ DEBÎBE HATINE BELAVKIRIN’

Li ser rewşa Lîbyayê, rojnameya Îtîhad El Îmaratî jî ev tişt nivîsî: "Komên ewlehî û leşkerî yên hikumeta Debîbe li derdora Terablusê belav bûn da ku li hember êrieşên bi serkêşiya hêzên lîwa Usame Ciwêlî yên bi piştgiriya hikumeta Fethî Başaxa ku hewl dide bi zorê derbasî Terablusê bibin, bisekinin.

Di çend saetên borî de li Terablusê ji bo danîna planên bersivdayîna êrişeke leşkerî bi serkêşiya lîwa Usame Ciwêlî civîn hatin lidarxistin. Her wiha li nuqteyên stratejîk ên li hundirê paytextê, ji wan rêya balafirgeha Terablusê ya navneteweyî û herêmên din hêz belav bûne.

Çavdêran da zanîn ku serokê hikumeta Lîbyayê yê ji parlamentoyê hatiye erkdarkirin Fethî Başaxa naxwaze şerekî demdirêj li hundirê Terablusê çêbe. Ji ber ku ew yek tê wateya hikumeta Debîbe di dîmenê de bimîne, ji wê zêdetir jî ditirse ziraran çêke."

(fr)