​​​​​​​Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Baran Devrim re xwest

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Baran Devrim re xwest. Di meresîma sersaxiyê de soza şopandina xeta Baranan hat dayîn ku di malbatê de şehîd Baran Devrim Baran ê 3’yemîn e.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Baran Devrim re xwest
26 tebax, 2022   13:34
QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Baran Devrim a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat vedan. Şervanê QSD’ê Ehmed Omer Hero( Baran Devrim) dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, di 23’ê Tebaxê de tev li karwanê şehîdan bû.

Di malbata şehîd Baran Devrim de sê şervan bi navê Baran hene, her sê Baran jî canê xwe kirin mertal ji bo xaka welatê xwe.

Meresîmê sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

/kr/uploads/files/2022/08/26/133604_nezr-sof-2.webp

Li ser navê Meclisa Leşkerî a şehîd Rûbar Qamilo Nezîr Sofî Ebdullah axivî, di kesayeta şehîd Baran Devrim de tevahî şehîdên azadiyê  bi bîr anîn û ji malbata şehîd Baran Devrim re sersaxî xwest û wiha got: “ Erdoganê faşîst dibêje; ger Kurdek li başûrê Afrîka hebe û konek ji xwe re dane, ez amade me ku bi balafiran, tang û topên xwe dagir bikim. Em jî weke gelê Kurd dibêjin; hetanî yek ji me Kurdan bimîne em ê li hember dagirker û faşîzma Erdogan li ber xwe bidin. Em dibêjin hêza me, fikir û felsefeya me gelê me û rêberê me rêberê neteweyî rêber Apo ye. Dogan Gureş, Tansu Çîler û Bulut Ecewît di dema xwe de gelek komkujî û qetlîam li ser gelê Kurd kirin. Lê belê gelê me hertim bi rihê berxwedanî li ber xwe dan heta roja îro. Wê ji îro pêde jî gelê me li hember hemû êrişên dagirkeriya Erdogan û hukumeta AKP’ê li ber xwe bide û li ser doza şehîdên xwe tekoşîn bike. Me ji heval Mehmed Xeyrî Durmuş ku beriya şahîd bikeve, dibêje dema ez şehîd ketim li ser gora min binivîsin, “ Ez deyîndarê welatê xwe me” me gelê Kurd ji kesayetê mîna heval Mehmed Xeyrî Durmuş vîn û baweriya xwe girtiye û ji fikir û felsefeya rêber Apo girtiye. Soza me ji gelê me re, ji malbatên şehîdên me re ji tevahî kesên ku aşqikê fikir û felsefa rêber Apo re heta henasa xwe ya dawî em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. “ şehîd namirin” û “ bijî rêber Apo”.

/kr/uploads/files/2022/08/26/133624_semzxan.webp

Li ser navê Meclisa PYD’ê ya taxa Hilîliyê Şemsîxan Gulo, sersaxiyê ji bo malbata şehîd û hemû kesên niha di bin konê şehîd de rûniştiye re xwest, berxwedana rêber Ocalan di girava Îmraliyê û gerîlayên azadiyê silav û wiha got: “ Dema mijara dibe berxwedana şervanên ku xwe bi felsefeya rêber Apo perwerde kirine û bê ku dudilî di çeperên herî pêş de li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şer dikin û tekoşîn dikin, wê demê gotin namîne ku mirov bikaribe heqê van şehîdan bide. Malbata şehîd Baran Devrim heskirina welatê xwe bi rûmeta xwe li ser pîvanê welatparêziyê zarokên xwe mezin kirin û tu caran pêşiya wan nebûn asteng ku zarokên wan bibin parêzvanên welatê xwe niha eva cihê rêzgirtinê ye. Zarokên wan di nava malbateke welatparêz de mezin bûn û heta roja îro wisa bûye ku şehîd navê şehîd rakir û ev rêya rûmetê bernedan. Ev xeta welatparêziyê ye û felsefa rêber Apo. Dîroka me bi xwînê hatiye nivîsandin, wê tu caran neyê jibîrkirin. Ji bo em di welatekî azad de bijîn, me her malbatekê qehreman dane, em ê heta dawî li ber xwe bidin “berxwedan jiyan” û “azadî ji bo rêber Apo.”

/kr/uploads/files/2022/08/26/133535_murad-baran.webp

Li ser navê malbata şehîd Baran Devrim kur apê wî Murad Baran, da zanîn ku rûniştina wan di bin konê şehîd de bi serê xwe serkeftinek û wiha pê de çû: ''Çawa ku me weke malbat ji şehîd Mihemed Xêr dest pê kir, niha em bi Baran berdewam dikin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ser şopa şehîdên xwe tekoşîn bikin û li ber xwe bidin. Gotinek ya apê şehîd Yusif Gulo heye dibêje; “ Ger pênçî zarokên min hebin, ez  ê giştî qurbana axa Kurdistanê bikim”. Ez jî dibêjim hetanî yek ji me jî bimîne emê li ser şopa şehîdên xwe bin, ji ber ev ne Baranê yekê ye, ev dibe Baranê sê ji malbata me. Heta em sax bin jî em ê şopdarên rêya şehîdan bin û em tu caran rêya wan bernadin. “ bijî Serok Apo”.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Xaliya Xelef , di şexsê şehîd Baran de hemû şehîdan bi bîr anî û got: "Wekî malbatên şehîdan soza xwe nû dikin bi xwîna van şehîdan. Hetanî dawî em ê têkoşîna wan berdewam bikin, sersaxiyê ji bo malbatê şehîd û azadî ji bo Serokê me.'`

 Dawî de wesîqa şehîd Baran Devrim hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(dg)