Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Nûçegihanên me ku pêngavê kêlî bi kêlî dişopînin, tedbîrên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtine, bi wêne û dîmenan nîşan dan.

Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen rêveçûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
26 tebax, 2022   16:42
HESEKÊ

Duh 25'ê Tebaxê Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ragihand.

Di roja duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku saet 05:00 ê berbangê dest pê kir de, operasyona lêgerînê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve û bi desteka QSD, YPG û YPJ'ê li beşê yekemîn ê penaberên Iraqê dest pê kir. Xebatên lêgerînê li parçeyekî vê beşê bi dawî bûn û bi baldarî li parçeyên din dewam dikin. Di vê çarçoveyê de 27 endamên şaneyên DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 xendeq dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê xwe tê de vedişartin.

Qonaxa yekemîn a pêngavê di 28'ê Adara 2021'an dest pê kir û 2'yê Nîsanê heman salê bi dawî bû. Di vê qonaxê de 125 çete, di nav de 20 serçete hatin girtin.

Nûçegihanên me rêveçûna pêngavê û tedbîrên ku Hêzên Ewleakriya Hundirîn, girtine, şopandin.

ANHA